Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin 2022-08-07 12:30:38 RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: "Ji aliyê hikûmet û dewletê ve baş tê zanîn ku em di doza xwe de mafdar in. Daxwazên me yên mirovî û hiqûqî zêdetir taloq nekin." Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyayar) ku ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Dadgeha Rihayê daye destpêkirin, di roja 517'emîn de berdewam dike. Malbat ji ber ku dawiya hefteyê dadgeh girtî ye, nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal dîmenên ku di dema partiyên siyasî û endamên rêxistinên sivîl hatine serdana wan hatibûn girtin de belav kir û vê peyâmê parve kir: "4 sal e em li ber xwe didin. Dewlet jî hikûmet jî baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in. Daxwazên me yên mirovî û hiqûqî zêdetir taloq nekin."