Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin 2022-08-07 13:59:19   RIHA - Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can got: “Tevî hemû polîtîkayên çewisandinê jî nikaribûn nifşê 78’an tune bikin. Ji ber ku berxwedan hebû. Bi berxwedanê li ser pêya ma."    Hewldana 78’an Komxebata xwe ya 1’emîn li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dar xist. Komxebat, li Eywana Konferansê ya Şahîn Bînîcî ya avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pirsûsê pêk hat. Tevî gelek endamên Hewldana 78’an, Ayşe Çîçek a xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Alî Çîçek ku di rojiya mirinê ya li Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest da, endam û rêveberên Komfedarasyona Sendakaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rêveberên HDP'a Riha û Pirsûs, gelek kes di komxebatê de amade bûn. Di komxebatê de pankarta li ser “Ji duh ber bi îro ve, ji îro ber bi sibê ve gotina me heye” hat daleqandin, piştî bi deqeyek rêzgirtina ya ji bo cangoriyên di tekoşîna azadî û demokrasî de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    Piştî destpêkirina bernameya komxebatê ji avakar û berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can derbarê avabûna 78’ê de, geşedan, pêvajoyên dîrokî ên têde derbas bûne, tiştên ku kirine û tiştên ku dê bikin hin agahî parve kir.    ‘BERXWEDAN TIM HEBÛ’   Can destnîşan kir ku hewldan bi darbeya leşkeri ya 12’ê Îlonê re hevrûbûnek e û derbarê hevrûbûnê de binpêkirina mafan ên ku qewimîne wiha got “Hewldana 78'an li dijî hemû çewisandinan tune nebû. Ji ber ku berxwedanek hebû. Nifşê 78’an her tim li dijî sûcên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd sekinî. Ji ber ku Darbeya 12’ê Îlonê nehat darizandin îro desthilat e. Heke kesên ku 12’ê Îlonê pêk anîn bihatana darizandin dê Erdogan nikaribûya bibe desthilat."    JI ÇAPAMENIYÊ RE GIRTÎ DOMIYA   Piştî axaftina Can kesên ku beşdarî komxebatê bûn, ji Celalattîn Can pirsan kirin û komxebat ji çapameniyê re girtî berdewam kir. Di komxebatê de mijarên wek "Şêwaza têkiliya 78’an a bi siyasete re, 78 û wêje, di 78'an de jin, 78 û xweserbûn, rêxistinbûna 78’an, hevrûbûn, têkiliyên hevrêtiyê, piştevanî, 78 û û ekolojî" nîqaşkirin.