PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin 2022-08-07 15:11:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku planên Tirkiyeyê yên ji bo guherandina demografyaya Sûriyeyê ketiye qonaxeke nû û ji Konseya Ewlekariyê ya NY’yê xwest ku qada hewayî ji balafirên tirk re bigire.   Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. PYD’ê diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya ji bo guherandina demografyaya herêmê ev nêzî du meh in ketiye qonaxeke nû. Bi domdarî PYD’ê êrişa Tirkiyeyê ya di 6’ê tebaxa 2022’yan de li dijî Taxa Sinaa ya Qamişloyê pêk anî bi bîr xist ku 2 jê zarok bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa tirk du roj berê bi droneyên întîharê êrişî Til Rifatê kiriye û 6 zarok bi giştî 9 welatî birîndar bûne.    PYD’ê, daxuyand ku ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha Tirkiyeyê bi êrişên yekser û neyekser gelek deverên Sûriyeyê dagir kirine û ev tişt parve kirin: “Li van herêman polîtîkaya tirkkirin û osmaniyan ferz kirin. Di van demên dawî de hedefgirtina sivîlan û hêzên ewlekariyê nîşan dide ku berdewamiya plana çarçoveya şerekî giştî ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Bi vê yekê jî dixwaze rola wan a di têkbirina DAIŞ’ê de qels bike. Firîn balafirên artêşa tirk a li qada hewayî ya Sûriyeyê, binpêkirina peymanên navneteweyî ye.”    BANG LI NY’E KIR   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em sûcên dewleta tirk a dadgirker û çete û terorîsên wê yên li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantorê lihevkirinên bi dewleta tirk a dagirker re dikin ku pêşî li van êrişên dagirkeriya tirk bigirin, sûc û kiryarên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin. Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta tirk bigirin. Her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo tespîtkirina sûcên dewleta tirk î çeteyên wê komîteyekê ava bikin û dawî li dagirkeriya wê ya li Sûriyeyê bînin.”