Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir 2022-08-07 21:58:14 STENBOL - Di mitînga bi coş ku Rêxistina HDP’a Stenbolê bi tevlibûna bi hezaran kesan li Qada Kartalê pêk anî de peyamên bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş derketin pêş.   Mitînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tev li bûna bi hezaran bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê li dar xist, bi dawî bû.    Di mitînga ku peyamên girîng hatin dayîn de, naverok û peyamên derketin pêş wiha ne:    “*Di mîtînga ku bi hezaran kesên ji Herêma Marmara yê bi coş ber bi qadê ve daketin û qad bi devî re tejî kir de, coş ji bo carekê jî ranewestiya. Tevî germa havînê jî bi hezarên ji 7 heta 70 salî ketine govendê. Hejmareke zêde ya partiyên çep-sosyalîst, rêxistinên girseyî yên demokratîk, gelên cuda û jinan jî mohra xwe li mîtîngê xistin.    DIRÛŞMEYÊN OCALAN NESEKINÎN   * Di mitînga ku govend û tilîlî lê kêm nebûn de bang hate kirin ku di kesayeta Aysel Tûglûk de hemû girtiyên nexweş bên berdan. Yek ji dirûşmeya ku di qada mitîngê de hate berzkirin jî “Bijî Serok Apo” bû û coşa bihezaran derxist lûtkeyê. Her tim dirûşmeyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, bi dawîkirina îşkenceya li Îmraliyê û azadiya Abdûllah Ocalan hatin berzkirin.    BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNÊ    * Di vê pêvajoya dozên girtinê û operasyonên qirkirina siyasî de yek ji mijarên herî zêde balê dikêşe ew bû ku HDP ne bi tenê bû. Bi hezaran kesên di mitîngê de qîr dikirin, destnîşan kirin ku yekane nûnera gelan HDP ye. Li aliyê din careke din peyam hat dayîn ku li dijî êrîşên li herêmê û daxwaza tunekirina gelê kurd, têkoşîn tu carî nayê terikandin.”   Bi hezaran kesên ku coşa wan bi performansa koma LaWje bilind bû, careke din destnîşan kirin ku ew ê dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin.