Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn 2022-08-08 09:01:23 RIHA - Ji rêveberên Ozgur Gundemê yê wê demê Yusuf Serhat Bucak behsa nûçegihanê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku hat kuştin kir û diyar kir ku rojnamevanan ji ber ku heqîqetê derdixistin holê hedef dihatin girtin û got: “Yên ku 30 sal berê Huseyîn kuştin, îro rojnamevanan didin girtin.”  Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz di 9’ê tebaxa 1992’yan de li naverasta kolana navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin. 30 sal di ser kuştina Denîz re derbas bûn. Denîz xwarziyê rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Musa (Musa Anter) e. Denîz salên dirêj li Nisêbîn û Siwêregê mamostetiyê dike û di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de tê girtin û 3 sal li Zindana Amedê girtî tê hiştin. Denîz di van salan de li ser ziman û folklora kurdî xebatan dike û pişt re xebatên xwe domand. Di sala 1991’ê de pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” derxist. Denîz endamê Yekitiya Nivîskarên Navnetewî PEN’ê bû. Nivîsên wî beriya Ozgur Gundemê, di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru, Welat û gelek rojname û kovarên din de hatin weşandin. Dema ku Ozgur Gundemê di 31’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşana xwe kir, Denîz li navçeya Serêkaniyê nûçegihaniya rojnameyê kir û her wiha ji bo rojnameyê nivîs jî dinivîsand.    Denîz di 9’ê tebaxa 1992’yan de li naverasta kolanek Serêkaniyê bi êrişek çekdarî re rûbirû ma, bixedarî birîndar bû û ewilî wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û di encama ku mudaxileya pêwîst nayê kirin, malbatê xwest Denîz bibe Amedê û wî ji bo tedawiyê derxistin rê. Lê belê Denîz beriya bigihîje Amedê di rê de jiyana xwe ji dest dide.  APÊ MUSA: EZ DI ŞÛNA TE DE JÎ BINIVÎSIM    Apê Musa piştî qetilkirina xwarziyê xwe ji bo bîranîna wî di 13’ê tebaxa 1992’yan de di kuncikê xwe yê Rojnameya Ozgur Gundemê de wiha dinivîsine: “Belê Huseyîn can mir. Lê belê dewleta ku li kuştina Huseyîn temaşe kir, ji îşkencekaran, cerdevanên bêrûmet û kontr-gerîla re dibêje şehîd. Lenet li we were, wan zilaman şehîdiya pîroz jî rezîl kirin. Lewma ji bo ku Huseyîn tev li nava wan nebe, min jê re got ‘miriye’. A rast Huseyîn ji Huseyînê şehîdê Kerbalê cuda nîne. Huseyîn lawê min ez nikarim ji te re bêjim ‘tu mirî yî’. Mirina te ewqas ji min re giran tê, heçkû dema ez ji te re bêjim tu miriyî, wek ku min te kuştiye ji min re tê. Lê xemgîn nebe lawê min, ez xalê te me. Heta ez sax bim, ez li şûna te jî binivisîm. Naxêr heke min jî bikujin, ez ê bigihîjim te û wê ev xwegihandin bibe xwegihandina her xweş.”    ‘KUJER NEHATIN DÎTIN’    Piştî kuApê Musa vê nivîsê nivîsand, 38 roj şûn ve ew jî di 20’ê Îlona 1992’yan de li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve li naverasta kolanê hat qetilkirin. Wek cînayetên din ên “faîl nedihar” kujerên Apê Mûsa jî û kujerên Huseyîn Denîz dernexistin holê. Cînayeta Denîz piştî ku 2 salan faîlî meçhûl ma, di sa 1994’an de çeka bi marqa Makarov ku di cînayetê de hatibû bikaranîn, li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hatibû girtin. Kesê navborî ji cînayetê berpirs hat dîtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Lê di sala 2002’an de cezayê Bakir ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û Bakir di sala 2004’an de tehliye bû. Bi vî rengî ser cînayeteke din hat girtin.     Di heyama ku Denîz hat qetilkirin de Yusuf Serhat Bucak yek ji rêveberên Ozgur Gundemê bû. Bucak qala hevalê xwe Denîz ji ajansa me re kir.    ‘KESEYATEK LÊKOLÎNER BÛ’    Bucak bi bîr xist ku wî bi navbeynkariya hevalên xwe di sala 1977’an de li Siwêregê Huseyîn Denîz nas kriye û ji ber ew xwarziyê Apê Musa bû di demek kin de em bûn hevalên hev nêz. Bucak diyar kir ku Denîz kesek bêdeng, hindik diaxivî û kesayetek lêkolîner bû û wiha got: “Navbera wî û xwendkarên wî gelek baş bû. Bi kurdî bi wan re diaxivî. Di darbeya 12’ê Îlonê de hat girtin û di Zindana Amedê ma. Wê demê bi qasî 10 salan danûstandina me qût bû. Denîz di sala 1991’ê de li Rojnameya Ozgur Gundemê nûçeyên çand û hunerê dinivîsand û carek din em bi hev re axivîn. Ez wê salê bûbûm namzetê parlamenteriyê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Rihayê. Bi telefonê li min geriya û kêfxweşiya xwe anî ziman. Min navê wî di rojnameyê de didît lê belê hê jî min nizanibû Huseyînê me ye. Dema li min geriya wê çaxê min wî baş nas kir. Di telefonê de hevaltiya me dîsa wek berê dest pê kir. Di heyama hilbijartinê de ez çûm Serêkaniyê û min wî dît. Piştî 10 salan porê wî spî bûbû.”    ‘WÊ BIHATA NOBEDÊ’   Bucak qetilkirina rojnamevan Cengîz Altûn (24’ê sibata 1992’yan), rojnamevan Hafiz Akdemîr (8’ê hezîrana 1992’yan) û rojnamevan Yahya Orhan (31’ê tîrmeha 1992’yan) bi bîr xist û wiha domand: “Huseyîn li ser Yahya Orhan nivîsek nivîsandibû û gotibû, “Niha dora kî ye?’ Di 5’ê tebaxa 1992’yan de rojnamevan Burhan Karadenîz bi êrişekê re rûbirû mabû û felc bû. Heta ku Burhan mir jî li ser sandelyeya bi tekerlek bû. Me heyetek ava kir û em ji bo Burhan çûn Amedê û me nobed girt. Huseyîn di 8’ê tebaxê de li min geriya û got, ‘ez ê jî werim Amedê nobedê bigirim’. Di 9’ê tebaxê de min daxuyaniya çapemeniyê li ser daktîloya Hafiz Akdemîr amade dikir, wê kêliyê xebera kuştina Huseyîn ji me re hat. Piştî civîna çapemeniyê me bi lez berê xwe da Rihayê. Huseyîn ji serê xwe birîndar bûbû û rewşa wî xedar bû. Wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewleê ya Rihayê û nexweşxaneyek bisabaqa bû. Çimkî li vê nexweşxaneyê derzî li bavê min Faîk Bucak xistin û şehîd kirin. Lewma me li ber serê Huseyîn heta serê sibehê nobed girt. Serê sibehê me wî sewqî Amedê kir. Em gihîştin Amedê û Huseyîn jiyana xwe ji dest da.”    ‘MERASÎMA CENAZE VEGUHERÎ SERHILDANÊ’    Bucak anî ziman ku tevî astengiya polîs û leşkeran jî cenazeye Denîz birine Serêkaniyê û li Serêkaniyê girseyek bi heybet cenaze pêşwazî kir û roniya Huseyîn Denîz dabû ser Serêkaniyê. Bucak da zanîn ku cenazeyê hevalê wî Denîz bi şev hat veşartin û got: “Merasîma cenazeye Huseyîn veguherî yek ji serhildanên Kurdistanê. Bi hezaran kes tev li merasîmê bû. Me wî bi berzkirina dirûşma ‘şehîd namirin’ veşart. Ev girse hêrsa xwe ya li dijî dewletê nîşan da û lanetê li kujeran barand.”    ‘TAKTÎK GUHERÎ LÊ ZÎHNIYET NEGUHERÎ’    Bucak destnîşan kir ku Denî û hevalên xwe rojnamevan heqîqetê derdixistin holê û wiha got: “Wê rojê qetil dikirin, di roja me ya îro de jî rojnamevanan digirin. Kujerên Denîz nehatin cezakirin. Îro nakujin lê didin girtin. Yên ku 30 sal berê Huseyîn qetil kirin îro jî rojnamevanan didin girtin. Rojnamevan bi cezayên giran ê hefsê re rûbirÛ dimînin. Taktîk guherî lê tu ferq di navbera îro û wê demê de nîne. Wan rojan navê kujeran kontrgerîla, hizbî-kontra bû, îro tenê navê wan guheriye. Wê demê ji bo dengê me qut bikin, her bi ser me ve dihatin. Niha jî dixwazin dengê kurdan qut bikin. Roja ku Cengîz Altûn qetil kirin me manşeta ‘Em ê bêdeng nebin’ nivîsandibû. Hafiz nivîsa, ‘ez ê pênûsa Cengîz hildim, wê li erdê nemîne’.”    ‘NE MIMKIN E MIROV WAN JI BÎRA BIKE’    Bucak anî ziman ku li dijî bêdengkirina rojnamevanan her roj artêşa çapemeniya azad mezin dibû û got: “Ava ku her tim diherike xwe nûjen dike. Îro çapemeniya azad jî hin bêtir xwe mezintir kiriye û li ser erdnîgariyek mezin berbelav bûye. Min li ser bîranîna rojnamevanên kurd pirtûkek bi navê ‘Bîranîna kurdekî’ nivîsandiye û di mehên pêşiya me de dê derkeve. Min qet wan ji bîra nekiriye. Ne mimkin e mirov wan ji bîra bike. Heke îro çapemeniya azad ewqas bi hêz bûbe bi saya bedela wan e. Dema ez 3 sal şûn ve ji sirgûnê vegeriyam, min serdana gorên hevalên xwe rojnamevan kir. Gelê kurd wan ji bîra nekir û wê ji bîra neke jî.”    MA / Emrûllah Acar