‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’ 2022-08-08 09:14:40 AMED - Welatiyên ku tev li mitînga HDP’ê ya di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bûyîn bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Mifteya şikandina tecrîde di destê me de ye, divê li dijî tecrîd, şer û bêhiqûqiye em rabin li ser pêyan.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6’ê tebaxê de bi dirûşma, “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na” li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şer û xizaniyê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mitînga bakurê Kurdistanê li dar xist. Ji bajarên bakurê Kurdistanê gelek welatî tev li mitîngê bûn. Welatiyên ku tev li mitînge bûbûn bi dirûşm û çepikan bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şerê ku li çar parçeyê Kurdistanê diqewime dan.   Me jî li qadê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de mîkrofona xwe dirêjî welatiyên ku tev li mitîngê bûbûn kir.   ‘EM TECRÎDA LI SER SEROKÊ KURDAN QEBÛL NAKIN’   Dayika bi navê Zara Kultur ku ji bo mitînge ji navçeya Sêweregê ya Rihayê hatibû, anî ziman ku 23 sal in li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ew jî bi daxwaza tecrîd bê rakirin tev li mitîngê bûye. Kultur, bi lêv kir ku aştî jî girêdayî tecrîda heyî ye û wiha dom kir: “Em dixwazin li hemû girtîgehan zext û zorî bên rakirin û aştî pêk bê. Ev mitîng jî bila bibe wesîleya azadiyê, aştiyê û azadiya Serok a fizikî. Ew serokê gelê kurd e û em tecrîdê qebûl nakin.”   ‘POLÎTÎKAYA TECRÎD Û ŞER ABORIYA TIRKIYEYÊ TÊK BIR’   Welatiyê bi navê Haci Mehmed Emîn jî der barê mijarê de diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû gelên bindest û gelê kurd heye û wiha domand: "Dixwazin tenê nasnameyekê ava bikin. Tirk, misilman û sûnî. Dixwazin gelê kurd, ezidî, asurî û gelê bindest ji holê rakin. Dixwazin fikra Osmaniyan careke din ava bikin. Heta niha dewlet di polîtîkaya şer û tecrîdê de israr dike, lê niha aboriya Tirkiyeyê ji ber wan polîtîkayan têk çû. Ew bi xwe tiryakê difiroşin û her xirabiyê dikin lê ne terorist in. Lê belê dema em peyvekê dibêjin ji me re dibêjin terorîst. Ma terorîst gel e? Lê çi dikin bila bikin desthilata AKP’ê wê têk biçe.”   ‘MIFTEYA ŞIKANDINA TECRÎDÊ DI DESTÊ KURDAN DE YE’   Welatiye bi navê Abdulmenav Tarhan ku ji navçeya Lice ya Amedê tev li mitîngê bû jî tekildarî mijare balkişand ser pêvajoya çareseriye û ev tişt anî ziman: "Wê demê bi birêz Ocalan re hevdîtin çedibûn lê niha jî dewletê konsepta şer daye destpêkirin û li çar parçeyê Kurdistanê li dijî kurdan polîtîkayên şer dimeşîne." Turhan, anî ziman ku polîtikayên şer jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Divê em weke gelê kurd li bendê nemînin bê ka desthilatdar çi dike. Divê baş hizra xwe bikin bê ka dikarin çi bikin. Em miletekî kevnar in. Ji ber wê mifteya şikandina tecrîde di destê kurdan de ye. Bi berxwedan û çalakiyan pergal dikare paş ve gavê biavêje. Pêvajoya ku niha em tê de derbas dibin, pevajojya hebûn û tunebûnê ye. Di pêşerojê de yan kurd dê di vê sedsalê de bibin xwedî statuyek an jî dê tune bên hesibandin û înkarkirin. Ji ber vê yekê banga min li hemû kurdên xwedî rûmet ew e ku di vê pevajoyê de ew jî bifikirin, bêjin ka em dikarin çi bikin.”   ‘EM JI BER REWŞA BIRÊZ OCALAN BI FIKARIN’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehmed Şarel jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan belavî siyaseta kurd û hemû civakê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek endam û rêveberên HDP’ê jî niha di girtîgehê de ne. Bi polîtîkayên taybet, ciwanên kurd hînî tiryakê dikin, mebest ew e ku ciwan ji çand, ziman û nasnameya xwe dûr bikevin. Birêz Ocalan 23 sal in di bin tecrîdê de ye. Niha nahêlin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Li gorî qanûnên navneteweyî jî tecrîd sûc e. Em wek gel jî ji ber rewşa birêz Ocalan bi fikarin. Çend sal in agahî jî jê tune ye.”   ‘TECRÎD LI HER DERÊ HEYE’   Jina bi navê Gurbet Dogan ku ji Êlihê tev li mitîngê bûbû jî bi lêv kir ku heke li welatekî tecrîd hebe li wê derê hiqûq hatiye binpêkirin û wiha bertek nîşan da: "Îro li her derê tecrîd heye, li hundirê malê, li bajar û kolanan tecrîd heye. Tecrîd îro hatiye asteke wisa ku bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Partiyên muxalîf jî hevkariya polîtîkayên dewletê yên tecrîdê dikin. Ji ber wê dema mijar dibe kurd an jî tecrîd ew jî muxalîfiyê nakin. Heke nikarin li dijî bêhiqûqiya tecrîdê ya desthilatê bisekinin, em nikarin ji wan re bêjin ew muxalîf in. Gelê kurd bersiva wan hemûyan wekî ku li vê qada mitîngê, dê di hilbijartinê de jî bide. Tecrîd bi berxwedana gel tê rakirin, weke mitîng an jî çalakiyan çareserî di qadan de ye. Em li qadan dikarin bersiva, şer, tecrîd û vê bêhiqûqiyê bidin.”   ‘DIVÊ GEL RABE SER PÊYAN’   Welatiya bi navê Sultan Çelik jî anî ziman ku tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û got: “Divê gelê me li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Daxwaza me ew e ku di serî de azadiya serokê kurdan birêz Ocalan a fizikî pêk were û hemû girtiyên me ji girtîgehan derkevin û ev şer jî edî bê sekinandin. Wekî mitîngê divê em li dijî dijmin van qadan tejî bikin û peyama xwe bidin.”   ‘BIRÊZ OCALAN VÎNA GELÊ KURD E’   Dayika Sultan Azboy ku ji Êlihe tev li mitîngê bibû jî anî ziman ku tecrîdê şermezar dikin û wiha axivî: “Bila gelê kurd ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan a fîzîkî rabe ser pêyan. Ev mitîng ji bo tecrîdê ji bo girtîgehan û ji bo şer bersiveke. Anku ev tecrîd li ser hemû kurdan e. Em hemû dayik li vê qadê kom bûn û em ji rayêdarên dewletê re vê peyamê didin; kurd tu carî tune nabin û dibêjin ku Serokatî vîna gelê kurd e. Heta bi Serokatî re hevdîtinê nekin vê tecrîdê ranekin, gelê kurd wê 24 seatan li ser pêyan be. Bang li hemû rayedarên dewletên din jî dikin ku ew jî guh û çavên xwe negirin û li dijî vê yekê çareseriyekê ava bikin. Êdî bes e ji ber vê tecrîdê çend sal in ne malbat ne jî parêzer nikarin bi Serokatî re hevdîtinê bikin. Bila herkes ki dijî vê yekê deste xwe bixe bin kevir.”   ‘BI YEKITÎ Û BERXWEDANÊ TECRÎD DIKARE WERE ŞIKANDIN’   Welatiye bi navê Yavûz Tasal jî diyar kir ku tecrîd bi yekitî û berxwedane dikare were şikandin û axaftina xwe wiha qedand: "Mitîngên bi vî rengî jî yekitî û berxwedana gelê kurd xurt dike. Em bi vê mitîngê dibêjin ku em hene, hûn nikarin bi zilm û îşkenceye me xelas bikin. Em bi ziman û çanda xwe li Amedê ne. Amed şeref û rûmeta me ye.”