Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike 2022-08-08 09:31:03 NAVENDA NÛÇEYAN - AArtêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ji saetên serê sibehê ve gundên navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Zirgan û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.    Artêşa tirk ji saetên serê sibehê ve gundên navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Zirgan û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk gundên Qermane, Şemsûra û Çeteliyê yê li rojavayê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê bi çekên giran bombebaran dike. Artêşa tirk bi awayekî hemwext gundên Xanika, Keramê, Cirnikê yên girêdayî bajarokê Topo yê Amûdê ya Kantona Qamişlo jî bombebaran dike. Her wiha hat zanîn ku artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê Taxa Xerbî ya navçeya Zirganê jî bi çekên giran hedef girt. Di encama êrişê de ziyanên madî çêbûn.   Di heman saetan de artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Gir Top ê li rojhilatê bajarê Qamişloyê hedef girt. Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê êrişên xwe hîn bêhtir berfireh kirin û di heman kêliyan de êrişî gundên Gozeliyê û Til Leben ên rojavayê Til Temirê jî kirin.   Êrişên li ser herêmê berdewam in û têkildarî encamên êrişê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.