Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye 2022-08-09 09:06:58 AMED - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li her derê cîhanê derketiye û wiha got: “Li dijî neçareserkirina netew dewletê êdî pêdivî bi rêbaza konfederal heye.”   Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê hêzên serwer, li aliyekî NATO û Rûsya ber bi şerê Ûkraynayê ve bir li aliyê din li Tayvanê hêzên weke Çîn û Amerîkaye anîn hemberî hev. Hêzên serwer ên çav berdane Rojhilata Navîn şerên heyî kûrtir kirin. Li Rojhilata Navîn ku modela netew dewlet û kapîtalîst têk çû, modela Modernîteya Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jiyana hevpar a gelan diparêze û weke vebijêrkeke sêyemîn peşkeş kir, li Rojava ket meriyetê. Di serî de Tirkiye dewletên weke Iraq û Îranê ji bo bidestxistina para li herêmê di nava şerekî de ne. Tirkiyeya ku bi xewna Osmaniya nû li Herêma Kurdistan Federe şer kûr kiriye, bi lêgerîna şerekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav lêgerîna nûjenkirina Misak-i Mîllî û Lozanê de ye ku sedsaliya xwe temam dike.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî, bi lêv kir ku li her derê cîhanê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derketiye û anî ziman ku kapîtalîzma cîhanê beriya Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn jî bi heman rengî krîz qewimîne. Temellî, diyar kir ku navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e û destnîşan kir ku maliyeta vî şerî ya herî mezin li ser gelê kurd zêde bûye.    Sezaî Temellî bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û senaryoyên Tirkiyeyê yên li ser dijminatiya kurdan û rêyên çareseriyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.        'ÇEND ASTÊN DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN HENE'   Temellî, bal kişand ser dijminatiya Tirkiyeyê ya li ser gelê kurd û wiha got: “Çend astên dijminatiya li dijî kurdan hene. Yek hişmendiya Misak-i Mîllî ya duyemîn jî dijminatiya di roja me de tê afirandin û bi awayekî tê dizaynkirin heye. Di roja me de çima dijminatiya kurd tê afirandin? Dema em ji aliyê Tirkiyeyê ve lê dinerin berî her tiştî ji ber ku hem sermayeyê hem jî aqlê dewletê bi polîtîkayên belavbûnê Kurdistan kirine hedef, ev dijminatî ji nû ve tê afirandin. Erdnîgariya ku em jê re dibêjin Kurdistan hem ji aliyê çavkaniyên enerjiyê hem jî ji ber berfirehbûna finansal a leşkerî heta konsepta sinaî ku axa herî ‘berdar’ ku kapîtalîzm xwe bikare ji nû ve biafirîne ye. Em qala erdnîgariya ku herî zêde qeyran lê heyî û lê tê hîskirin dikin.    QEYRANA HEYÎ KÛRTIR DIKE   Kapîtalîzma Cîhanê, weke krîza beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Dûyemîn e. Dibe ku em şerekî cîhanê yê weke Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn temaşe nekin lê li her derê cîhanê şerek heye. Herî dawî li Tayvanê gengeşiyek çêbû. Dibe ku Çîn û Amerîka li Tayvanê bên hemberî hev. Weke ku li Ûkraynayê NATO û Rûsya hatin hemberî hev. Erdnîgariya ku herî zêde ev yek lê tê jiyîn bêguman Rojhilata Navîn e û maliyeta vî şerî ya herî mezin li ser gelê kurd zêde bûye. Li vir tişta herî girîng li Tirkiyeyê dewlet û desthilata niha li ser dijminatiya gelê kurd senaryoyên xwe yên pêşerojê dinivîsîn. Ev yek jî qeyrana heyî kûrtir dike.”   'TIRKIYE DIXWAZE MÎSAK-I MÎLLIYÊ NÛJEN BIKE'   Temellî, da zanîn ku 10 salan zêdetire polîtîkayên firehbûnê û belavbûnê yên Tirkiyeyê plankirine hene û wiha berdewam kir: “Bi van polîtîkayan dixwaze Mîsak-i Mîllîya berê ji nû ve têxe meriyetê û bi şerê Sûriyeyê vê nûjen bike. Erdogan, dixwaze xweseriya Komara Tirkiyeyê biparêze û ketiye li pey ji bo di nav her du koman de senaryoya xwe binivîse, gavan biaveje. Rojekê hûn lê dinêrin berê xwe dide NATO’yê rojekê dide Amerîkayê rojekê jî hûn dinêrin berê xwe daye Rûsyayê. Ji ber vê yekê jî din ava siyaseta rojane ya Tirkiyeyê jî nîqaş hene. Ergenekonî û Asyayî nînin, di bingeha nîqaşa NATO’yiyan û rojavayiyan de jî ev heye.”   'XISÛSA DIYARKER GELÊ KURD E'   Temellî, bal kişand ser salvegera Peymana Lozanê û wiha pê de çû: “Ji Lozanê tu cejn dernakevin. Bibe bibe wê senaryoyeke têkçûyînê jê derkeve. Ji ber ku Tirkiyeyê di vê sedsalê de ji tu pirsgirêkên bingehîn re çareserî nedîtiye. Aştiya civakî, siyasî û îktîsadî pêk neaniye. Gelo mirov dikare vê biguherîne? Belê dikare. Lê ne bi aqilê li Lozanê, dema avakirina komarê û îtîhatiyan. Divê pêvajoya pêşiya me ya komarê binirxînin. Ji ber wê em ji vê re dibêjin lêgerîna Komara Demokratîk. Em dikarin Komareke Demokratîk a çawa avabikin? Pêdiviya me bi aştiyeke tendurist, civakî, siyasî û Komareke aştiya Rojhilata Navîn daniye pêşiya xwe û demokratîkbûyînê ji xwe re dike armanc heye. Rêya vê jî ji civakkirina Lozanê re derbas dibe. Rêya vê ji demokratîkkirina Komarê re, di aştiya kurdan re, bi hişmendiya Mîsak-i Mîllî ya bi kurdan re derbas dibe. Divê bi hişmendiya Komareke Demokratîk ku hemû gelê Rojhilata Navîn di bingeha hemwelatîbûna wekhev de bikare xwe bide afirandin were tevgerîn. Lê li vê derê xisûsa diyarker gelê kurd e. Çareserkirina meseleya statuya ku gelê kurd binê xêz kiriye. Ev yek dikare were pêkanîn? Bêguman dikare.”    'TIŞTA KU BIRÊZ OCALAN DESTNÎŞAN DIKE EV E'   Temellî, destnîşankirina ‘Lozana Civakî’ ya ji bo çareseriya pirsgirêkan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku kiribû jî wiha nirxand: “Em dikarin vê serdemê hem ji aliyê kurdan hem tirkan hem jî gelên li herêmê ve veguherînin firsendê. Tişta ku birêz Ocalan binê wê xêz dike jî ev e. Tişta ku hatiye windakirin ji nû ve dîtine. Belê ev biratî hatiye windakirin lê di nava civakê de. Ev bi temamî hişmendiya aqlê avakarên dewletê ne û li gelan û civakan tê ferzkirin. Divê em ji vê hişmendiyê xelas bin. Dema em qala Komara Demokratîk dikin, em demokrasiya herêmî, qadên jiyanê yên xweseriya demokratî û neteweya demokratîk destnîşan dikin. Divê em pergal, teşe û formulên jiyana bi hev re hilberînin. Tişta ku birêz Ocalan jî her tim destnîşan dike ev e. Formula jiyana bi hev re ne ev e. Ev cihê ku em hatinê şer e, têkçûne, krîz e. Em dibêjin ku vebijêrkeke din jî hey em ne mehkumî jiyaneke wisa ne. Rêya sêyemîn bi temamî vê deyne holê. Heke hûn dikarin bi Lozanê re aştiyekê bikin. Di sedsala Komarê de hûn dikarin halana şer bikin, çavkaniyan ji çekan, ÎHA’yan û SÎHA’yan re veqetînin lê yek ji van jî ne çareserî ye. Dema niha hûn derdikevin kolanan, hûn li welatekî ku mirov lê keyfxweş nînin dibînin. Em qasa mirovên ku nikarin debara xwe bikin, bêkarî û xizantiyê û welatekî ku pirsgirêkên cidî lê tên jiyîn dikin. Kî dixwaze li welatekî wisa de bijî? Kes naxwaze. Gelo sedemê vê çiye? Sedemê vê siyaseta ku sedsal in didome ye, ev stratejiya kor û şer e. Heta ku ev bi dawî nebin, li ser siyaseta çareseriyê hevkariyê nekin ne pêkan e pêş bikevin.”   'TIŞTÊN KU EM DI DEMEKE KURT DE BIKIN JÎ HENE'   Temellî, da zanîn ku dema qala Tifaqa Demokrasiyê dikin, hemû beşên di têkoşîna demokrasî û aştiyê de bên cem hev vedixwînin têkoşînê û wiha domand: “Em ji kesen ku vê yekê dikin re vê dibêjin, bikevin ferqa rastiya Rojhilata Navîn. Di ferqa vê rastiyê de divê em sedemê hebûna gel, civak û mirovên li vê derê dijîn, çandên wan ên civakî li ber çavan bigirin û wisa çareseriyan hilberînin. Ji ber wê yekê em qala hişmendiyeke Ocalanîst dikin. Belku jî em qala Lenînê sedsalê dikin. Li dijî neçareserkirina netew dewletê êdî pêdivî bi rêbaza konfederal heye. Helbet rêyeke dirêj e. Lê tiştên ku em di demeke kurt de bikin jî hene. Beriya her tiştî pêkanîna aştiya siyasî. Bidawîkirina girtina girtiyên siyasî, li Tirkiyeyê pêkanîna efûyeke giştî, bingeha avakirina makeqanûneke demokratîk. Çiqas temsiliyeteke xurt bikeve Meclîsê wê derfetê makekanûneke demokratîk jî ewqas zêde bibe. Dîsa li ser navê aştiya siyasî xelasbûna ji qeyûman, demokratîkbûna rêveberiyên herêmî girîng e. Gavên ji bo aştiya îktîsadî jî bên avêtin hene. Divê ji polîtîkayên çandiniyê heta yên enerjiyê bi nêzikatiyeke ekolojîk û ji bo li Tirkiyeyê aboriya bi edalet were avakirin divê gavên bilez bên avêtin. Heke dema avêtina van gavan û şunde Tirkiye bikar di qada siyasî de bêhn bistîne, pêkane ku ew gavên beriya niha em axivî pêk bînin. Pêkanîna çareseriyê beriya her tiştî hatina gelhev a civaka û bi hev re tevgerîna wan e. Em hewl didin vê pêk bînin û têkoşîna vê didin. Çi desthilat be çi muxalefeta siyasî be bi rik û israr hewl dide vê hişmendiyê bi Doza Kobanê, bi doza girtina HDP’ê, bi her cure êrişan û polîtîkaya tundiyê tasfiye bike. Lê me her care derxist holê ku nikare vê pêk bîne. Ji ber ku têkoşîn û berxwedan mezin dibe û bihêz dibe. Ji ber vê yekê hişmendiya kor a li hemberî me fêm dike ku bi windakirinê re rûbirû ye.”   'HDP WÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ Û ŞER TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNE'   Temellî, nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Naxwazin çareseriyê bibînin, bi kodên dewletê û xetên sor ên dewletê diaxivin. Diçin Wan û Amedê dibêjin ‘rêya demokrasiyê di vir de derbas dibe’ em ‘helaliyê’ dixwazin. Deshilat jî dibêje ku ‘pirsgirêka kurd nîne min çareser kir’ lê mesele di holê de sekinî ye. Çareserî heye lê ne desthilat ne jî muxalefeta îro nêzî çareseriyê nabe. Heke xwestibûna têkildarî çareseriyê di ajandaya wan de da teqez tiştek binivîse. Li bernameyên wan ên propagandayê binêrin hûn tiştêkî têkildarî van nabînin. Ji ber ku ne cesareta wan a nivîsînê ne jî bernameyeke wan a siyasî heye. Ev bername li cem me, li HDP’ê heye. HDP’ê bi israr têkoşîna vê da û heta van rojan hat. Wê ji îro şunde jî bi awayekî bi biryar bidomîne. Li dijî tecrîdê, şer, mêtîngeriyê wê têkoşîna xwe bidomîne. Dema em dibêjin çareserî em in em bernameya çareseriyê jî bi awayekî zelal deynin holê.   'ÇARESERÎ EM IN'   Fikriyatek, paradîgmayek û aqilekî me yê avakar heye. Bi rastî jî çareserî em in. Dema em evqas pirsgirêkan dinêrin bingeha hemûyan pirsgirêka kurd e. Wê demê divê hûn ji çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi kar bikin. HDP yekane partiya ku çareseriya hilberîne ye. Ji ber vê yekê em dîsa bi gotina ‘Çareserî em in’ di rêyan de di qadan de di nava têkoşînê de ne û berxwedanê mezin dikin. Wê têkoşîn li kolanê, li kargehê, li taxê û li her derê ku em bêhnê distînin berdewam bike. Ji ber ku em ji vê bawer dikin; Çareserî em in. Yekane rêya pêkanîna vê yekê jî ji têkoşîna li dijî vê hişmendiya kor a bênavber re derbas dibe. Li dijî şer, li dijî hemû pêkanînên faşîst û antidemokratik berxwedan li ku be HDP jî li wir e. HDP hêza herî mezin a li pêş wê berxwedanê têkoşînê mezin dike ye.”   MA / Mujdat Can