Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye 2022-08-09 09:12:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aras Îbrahîm, diyar kir ku erişa li ser Zaxoyê di çerçoveya plana Mîsak-i Mîllî de pêk hat û got: “Li dijî vê komkujiyê jî hikûmeta Iraqê tu parastinek ji bo welatiyan nekir û bêparastin hiştin. Di van hemû komkujî û êrişan de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re heye.”    Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji hewayî û bejahî êriş dan destpêkirin. Li herêmê şerê ku hatiye destpêkirin hêj didome. Di êrişên ku hatine destpêkirin de heta niha tu encam nehatiye girtin. Tirkiye û PDK heta niha li herêmê gavek pêşve neçûne. Li aliyê din gelek caran ji aliyê HPG’ê ve hat ragihandin ku di şer de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de heta niha gelek endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Tirkiyeya ku li ser herêmê êrişên xwe didomîne di 20’ê tirmehê de qada seyrangeha li gundê Perex a girêdayî navçeya Zaxoyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 23 geştiyar jî birîndar bûbûn.    Tirkiyeyê qetlîam qebûl nekir. Hê jî kujer nehatine diyarkirin. Di serî de li Kurdistan û Iraqê û li gelek welatên cîhanê bertek nîşanî Tirkiyeyê hat dayîn. Rojnameger Aras Îbrahîm komkujiya Zaxoyê û encamên wê ji ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.      ‘DI VÊ KOMKUJIYÊ DE JÎ HEVKARIYA PDK’Ê HEYE’   Rojnameger Îbrahîm, anî ziman ku komkujiya ku pêk hatî di bin çavderiya hin kesan de pêk hat û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker di 20’ê tîrmehê de li gundê Perexê yê girêdayî Zaxoyê bombebaran kir. Dewleta tirk ku Başûr dagir kiriye, qirkirina li ser gelên kurd, ereb, êzîdiyan berdewam dike. Komkujiya Zaxoyê jî encama dagirkeriya Tirkiyeyê bû. Di wê komkujiyê de dewleta tirk armanc kir ku sînorên xwe yên li başûr û Iraqê berfirehtir bike. Li dijî vê komkujiyê helwestên hikûmeta Iraqê û yên Herêma Kurdîstanê ji hev cuda bûn. Helwestên wan du alî bûn. Hem aliyek erenî hem jî ji aliyek neyînî ev helwest hatin nîşandan. Gava em aliyê neyînî dinêrin. Di demên berê de jî li ser welatiyên Başûrê Kurdîstanê û welatiyên ji beşeke Iraqê, dagirkerî û komkujî hebû. Lê belê li dijî êrişên dewleta tirk helwesteke cidî nehatibû nîşandan. Ji tebaxa 2015’an heta  niha 138 welatiyên sivîl ji ber êrişên dewleta tirk li ser axa Herêma Kurdistanê şehîd bûne. Lê belê li dijî van komkujiyan hikûmeta Iraqê tu parastinek ji bo welatiyan nekir. Weke êrişa herî dawî bêparastin hiştin. Di van hemû komkujî û êrişan de hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re heye.”   ‘GEL NIKARE NEFES BISTÎNE’   Îbrahîm, diyar kir ku bi hevkariya PDK’ê gelek deverên Başûr ji aliyê MÎT’ê ve hatine girtin û wiha domand: “Li her çar parçeyên Kurdîstanê dagirkeriya dewleta tirk heye. Lê belê bi taybetî piştî berpirsyarê PDK’ê serdana Tirkiyeyê kir ew êriş berfirehtir û tundtir bû. Gava em ji aliyê erenî ve binêrin, eger hikûmetê Iraqê seknekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê nîşan bide wê êrişên Tirkiyê ewqas bi hêsanî nikare pêk werin. Hikumeta Iraqê li dijî êrişên Tirkiyeyê heya niha bêdengiya xwe parastibû. Hikûmeta Iraqê tenê ji bo komkujiya Zaxoyê daxuyaniyek weşandibû. Helwesta Fuad Hisen ji aliyekî ve erenî ji aliyekî ve neyînî ye. Fuad Hisen bi helwesta xwe da nîşandan ku ew planeke MÎT’ê ye. Têkilî û hevkariyên MÎT û PDK’ê ku tora wê li ser axa Başûr her diçe zêdetir dibe. Welatiyên herêmê ji ber wê sedemê nikarin nefesê bigirin. Li dijî vê Fuad Hesen helwesta xwe aşkere kir. Lewra di nav nûnerên Iraqê de keseke wisa ku li ser wan êrişan axiftin kir, ev yek xwedî wateyeke girîng bû.”   '48 CAR IN SIVÎLAN HEDEF DIGIRE'   Îbrahîm, bi lêv kir ku ev êriş bi zanebûn pêk hat, lêkolînên li cihê hatine kirin jî ev piştrast kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihê komkujî pêk hat şandeyek hatibû ku lêkolînê bike, Fuad Hisên jî serdana wê şandeyê kiribû. Di encama lêkolînan de hatibû diyar kirin ku Tirkiye ji bo gelan xetereyek mezin e. Di destpêka bûyerê de Tirkiyeyê ew komkujî weke PKK’ê kiribe dabû nîşandan. Lê ne sînorên PKK’ê bi wê qadê re heye ne jî çekên ku hatiye bikaranîn di destê PKK’ê de hene. Di encama lekolînan de jî hatibû zanîn ku ew komkujî di encama êrişên Tirkiyeyê de çêbûye. Hikûmeta Iraqê û nûnerên wê dû re gihaştin armancê ku ew komkujî di çarçoveya planên Tirkiyeyê ya misak-i mîllî de pêk hatiye. Armanc di heman demê de ji bo dagirkirina Musul û Kerkûkê avakirina zemînekê bû. Welatiyên Iraqê li dijî van êriş û komkujiyan xwedî helwest in û li dijî vê dagirkeriyê disekinin. Berpirsê Serokê Îdarî yê Zaxoyê jî li ser vê mijarê daxuyanî dabû û gotibû ku ew komkujî di encama êrişên Tirkiyê de  çêbûye. Lêkolînên xwe jî ji bo wê bûyerê wek delîl nîşan dan. Tirkiye di vî şerî de sînoran binpê dike. Berpirsyarê Zaxoyê jî diyar kiribû ku divê Tirkiye xwe ji sînorên Iraqê vekêşe. Ev bombebarandin ne tenê carek bû ku çêdibû. Dewleta tirk li ser erdnîgariya Başûrê Kurdîstanê 48 caran sîvîl hedef girtine û  4 caran jî bombebaran kiriye. Tirkiyê di vê pêvajoyê de rê û rêbazên şerê xwe yê li ser herêmê guherand.”    ‘SIVÎLAN BIZANEBÛN HEDEF DIGIRE’   Îbrahîm, da zanîn ku Tirkiye di her êrişeke xwe ya li dijî sivîlan çekên kîmyewî bikar tîne û wiha berdewam kir: “CPT’yê jî derbarê komkujiya Perexê daxuyaniyek dabû û di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku, artêşa tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya Xatîrê ya li navçeya Zaxoyê çar caran devera geştiyarî ya gundê Perexê topbaran kiriye. Dewleta tirk di vê pêvajoyê de herî zêdê sîvîlan hedef digire û armanca wan bi van êriş û komkujiyan çavên gelê herêmê bitirsîne. Di mehên borî de dewletê tirk bi hevkariya PDK’ê gelek caran li herêmê çekên kimyewî bikar anî û hê jî bikar tîne. Di heman demê de bi wan êrişan dixwaze herêmê bike çol. Ji ber ku ne tenê  welatî di heman demê de jîngeh jî zirarek mezin dibîne. Ew talankirin û qirkirina li dijî jîngehê di her beşên Kurdîstanê de bi pêkanîna rêbazan cûr bi cûr û ketiye lûtkeyek jor.”    ‘NATO BI TEMAMÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE’    Îbrahîm, bi lêv kir ku ev êriş bi erêkirina NATO’yê pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ”Li dijî van êriş û komkujiyan divê pêşiya dewleta tirk a dagirker were girtin. Êrişên Tirkiyeyê ne tenê li dijî gelê kurd in. Di heman demê de tevahî gelên Rojhîlata Navîn dixe xetereyê de. Divê hêzên Amerîka û welatên Ewropî zextê li Tirkiyeyê bikin. Ji bo şerê Ûkrayna û Rûsyayê hem NATO û hêzên dewletan piştgirî dan Ûkraynayê û li dijî şer derketin. Lê piştî wî şerî Tirkiyeyê li dijî Kurdîstanê şerekî berfireh da destpê kirin û bi taybet NATO di wî şerî de bi temamî piştgiriyê dide Tirkiyeyê.”