Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî 2022-08-09 10:20:25 AMED - Şaredarê Rezanê Huseyîn Beyoglu yê ku tayînî şûna şaredarê HDP’ê hat kirin, gotibû “em xaniyê xatiya xwe ya extiyar tamîr dikin”, lê belê mala vê jina extiyar nehat tamîrkirin.    Di Hilbijartina Xewechî ya 31’ê Adara 2019’an de li navçeya navendî ya Rezana Amedê namzetê HDP’ê Zeyyat Ceylan ji sedî 71’ê dengan bi ser ketibû. Lê bi hêceta ku Ceylan bi KHK’ê hatiye îxrackirin, mazbateya şaredariyê dan namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglu yê ji sedî 25 bi ser ketibû. Beyoglu yê ku tayînî şaredariyê hat kirin, di 28’ê tîrmehê de li taxa Yenîkoyê serdana Ayşe Akgul a 79 salî ku li malek xirbe dijî kir.    Akgul ji ber xizan e nikare banê mala xwe tamîr bike û ji arîkên mala wê av diniqûte. Akgul pêdiviyên xwe rojane li hewşa mala xwe pêk tîne. Akgul ji bo tamîrkirina mala xwe ya du ode lê hene banga alîkariyê kir û ji ber mala wê biritûbet e, bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû maye.    ÎDIAYA KU XEBAT HATIYE DESTPÊKIRIN    Şaredarê AKP’yî Beyoglu piştî serdana Akgul kir, di malpera înternetê ya şaredariyê de bi sernavê “Şaredarê Rezanê Huseyîn Beyoglu ji bo mala jina extiyar ku li mala xirbe dijî, xebata tamîrkirinê da destpêkirin” serwîs kir. Lînka nûçeyê. Beyoglu di nûçeyê de îdia kiriye, “Me pêdiviyên xatiya xwe ya bêkes anî cih. Em ê mala wê çêbikin û dikaribe lê bijî. Ji bo vê me xebat da destpêkirin.”    MALA WÊ NEHAT TAMÎRKIRIN    Piştî vê serdana Beyoglu 12 roj şûnve, em çûn mala Akgul û me dît ku li mala wê tu xebatek tamîrkirinê nehatiye destpêkirin. Akgul ji ajansa me re axivî û got şaredariyê pir hindik alîkariyek madî bo wê kiriye lê mala wê nehatiye tamîrkirin.    50 SAL IN LI HEMAN MALÊ DIJΠ   Akgul behsa serpêhatiya jiyana xwe kir û diyar kir ku ew hê 20 salî bûye hatiye zewicandin û ji ber zarokên wê çênebûne hevjînê wê dev jê berda ye. Akgul anî ziman ku 50 sal in li va mala du odeyê wê hene dijî û ji bo debara xwe bike bi salan di karên cihêreng de xebitî ye û her wiha cilên xelkê jî dirûtiye û debara xwe pê kiriye.    JI BER RITÛBETÊ BI NEXWEŞIYA ASTIMÊ KET    Akgul da zanîn ku ji ber ew extiyar bûye êdî nikare bixebite û nikare debara xwe bike. Akgul diyar kir ku dema dibe zivistan û baran dibare banê xaniyê wê dilop dike û ji ber nexweş bûye çûye nexweşxaneyê û doktor jê re gotiye ji ber ritûbeta li malê bi nexweşiya astimê ketiye. Akgul anî ziman ku tevî ew nexweş e jî mala wê nehatiye tamîrkirin.    BEYOGLU SOZA XWE BICIH NEANΠ   Akgul anî ziman ku cihek wê ku biçê nîne û têkildarî serdana Beyoglu de wiha got: “J imin pirsa ‘tu çi dixwazî?’ kir. Min jê re got mala min tamîr bikin, têra min dike. Got, ‘em mala te xera bikin û ji nû ve çekin, zor e, lê em ê ji te re tamîr bikin’.”    Akgul destnîşan kir ku li gel 12 roj bi ser vê serdanê re derbas bûye jî mala wê nehatiye tamîrkirin û got: “Ez tenê dixwazim mala min were tamîrkirin. Dikarin li ber mala min malek nû jî ji min re çêkin. Li mala min serşok nîne ez li hewşa mala xwe pêdiviyên xwe bicih tînim.”    MA / Mujdat Can