Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir 2022-08-09 10:28:49 NAVENDA NÛÇEUYAN - Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir.  Artêşa tirk êrişî navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrişa bi SÎHA’yan de artêşa tirk malek hedef girt. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), artêşa tirk li gundê Xerzê yê li rojavayê Amûdê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de kesên jiyana xwe ji dest dayîn hene.