Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin 2022-08-09 12:13:16 RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne bal kişand ser astengiya duh û got: “Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye, heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin.”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku j 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 519’emîn de berdewam dike. Dayik û lawê xwe serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û dest bi nobedê kirin.    Malbat ku ev demek dirêj e li siya baxçeyê edliyeyê nobedê digirt, duh li ser fermana Walîtiya Rihayê ji baxçe hatin derxistin. Emîn û Ferît Şenyaşar ku hatin ber edliyeyê dovîza, “Ji bo edaletê mudaxileyên 519’emîn nikarin me bitepisînin” hildan û li ber bariyeran dest bi nobedê kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Emniyetê etîket kir û vê peyamê belav kir: “Dilê dayikê bi edalet û merhamet e. Nikare neheqiyê û bêhiqûqiyê qebûl bike û biçe mala xwe. Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye, heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin.”