Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene 2022-08-09 14:14:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê SÎHA'yek Tirkiyeyê devere nêzî Nexwexaneya Jiyan-Covid-19 bomberan kir û tê gotin birîndar hene.    Balefireke bêmirov a bi çek (SÎHA) a Tirkiyeyê devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene.   Hate ragihandin di vê êrişê de birîndar hene. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha têkidarî bûyerê tu daxuyanî nedaye.   Vê sibehê jî SÎHA'yek malek li gundê Xerzê yê navçeya Amûdê bombebaran kiribû.   Di 6’ê tebaxê de jî SÎHA'yê li herêma Sîna erebeyek hedef girtibû, di encamê de di nav de 2 zarok û endamekî Dîspilîna Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, 4 welatî jiyana xwe ji dest dabûn.    Piştî civîna Tehranê ya di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek li ser herêmê zêdetir bûne.