Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin 2022-08-10 09:06:38 ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê di serdemek wiha ku krîza aborî her ku diçe kûr dibe, heqê rêya nav bajêr kêm kir. Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku ew ê ji bo gel her derfeta şaredariyê seferber bikin û got: “Em hêza xwe ji gel distînin. Ji ber wê jî derfeteke şaredariyê hebe em ê ji gel re seferber bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019’an de 3 jê bajarên mezin, 8 jê bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê belê 6 hevşaredar bi hinceta bi “Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK)” ji karê xwe hatine dûrxistin erka wan nehat dayîn. Dû re jî 53 şaredariyên HDP’ê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Şaredariyên navçeya Çinar a Amedê, navçeya Silopiya ya Şirnexê, navçeya Panosa Agiriyê, navçeya Qereçoban a Erziromê, şaredariyên bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê û bajaroka Komir a Semsûrê di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mane. HDP’ê Şaredariya Silopiyaye ku niha di destê wê de ye bi denggirtina ji sedî 73,1 bi dest xistibû û 133 milyon 453 lîre bi deyn dewr girtibû. Tevî deynên ku qeyûm ji şaredariyê re hiştin, Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î hewl dide ku li navçeyê li gorî daxwazên gel xizmetê bike.    Li ser daxwaza gel şaredariyê ji sedî sed heqê rê kêm kir û daxist 50 qirûşî. Ji jin û xwendekar jî 25 qirûşî didin. Her wiha ji bo kesên astengdar û bi ser 65 salî re jî heqê rê belaş e.    Hevşadara Silopiyayê Adalet Fîdan derbarê vê xizmeta şaredariyê li navçeyê pêk anî de axivî. Welatiyan jî ji ber daxistina bihayê hatin û çûna nava bajêr keyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin şaredariyê daxwaza wan guhdar kir.   'JI BO KU BIBIN ALÎKAR ME EV BIRYARE DA'   Fîdan, diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de pêdiviya gel bi xizmeteke wiha hebû û wiha got: “Divê rêveberiyên herêmî li gorî pêdiviyên gel plansaziyê bikin û li gorî wê projeyan çêbikin. Di roja ewil de ku me dest bi wezîfeyê kir, me soz dabû gel ku em ê bi hev re bi rê ve bibin. Dema me li taxan hevdîtin pêk anîn, gel daxwazeke wisa kir. Di çûn û hatinê de pirsgirêkên wan hebûn. Ji xeynî vê me civîna xwe ya meclîsê jî girt. Di vê civînê de hat gotin ku divê rêveberiyên herêmî li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dibe ku me qet pere jî negirtibûya, lê ji ber ku mewzûat daxwaz dike pêwîst e. Dema ku me ev plan danî pêşiya xwe, me nîqaş kir ku herî kêm çiqasî dikarin bidin, biryar bi vî rengî derket, hem daxwaza gel bû, hem jî di nirxandinên ku me bi meclîsa xwe re kirin de ev encam derket holê. Ji bo me gel esas e, esas girtin û xizmetkirina gel prensîbên me yên herî serekeye. Dibe ku bi pereyê ku bide rê, ji xwe re tiştekî din bikirin û hewcedariyên xwe yên din pêk bînin.”   'DIVÊ JI BO GEL BÊN SEFERBERKIRIN'   Fîdan, anî ziman ku ew weke hişmendiya qeyûman şaredariyan bi rê ve nabin û wiha domand: “Cihê ku mirov lê tê hilbijartin pir girîng e. Dema mirovek di nav partiyên siyasî de tê hilbijartin, dizane zihniyeta partiyê çawa ye û li gorî wê jî xîzmet dike. Dema ku em nû hatin me dizanî ku nêzîkatiya gel çawa ye. Rêziknameya partiyê çi dibe bila bibe, divê bi gel re were parvekirin û bi gel re biryar bên dayîn. Divê hemû derfetên şaredariyê ji bo berjewendiyên gel bên seferberkirin. Dema me dest bi peywîrê kir, em bi vê ferasetê tevgeriyan. Şaredarî şaredariya gel e. Heger ne di berjewendiya gel de be xizmeta we bê wate ye. Dema qeyûm tê, gel nikare serdana şaredariyê bike û pirsgirêkên xwe bêje. Bi vî awayî deriyên şaredariyê ji gel re tên girtin.”    'EM HÊZA XWE JI GEL DISTÎNIN'   Fîdan, diyar kir ku gelê ku ji navçeyên Şirnexê yên dîtir jî bi wan re dikevin têkiliyê û pirsgirêkên xwe ji wan re radigihînin û ev tişt got: “Ji Şirnex û navçeyên din jî gel bi me re dikeve têkiliyê. Dibêjin em diçin şaredariyê, lê kes tune ye ku bi me re mijûl bibe û pirsgirêkên me guhdar bike. Dibêjin ku deriyên şaredariyê li me girtine. Xuyaye ku qeyûm ji ber ku ji gelê li wir re xizmet nake, bi me re dikevin têkiliyê. Yên ku tên vir şaredariya me ziyaret dikin û me pîroz dikin hene. Rêbaza partiya me ev e. Divê şaredarî ji aliyê gel ve bê birêvebirin. Em hêza xwe ji gel digirin. Me her derfeta şaredariyê ji bo gel seferber kir. Em ê ji niha û pê ve jî seferber bikin. Ji ber ku ev milkê gel e.”   'LI CIZÎRÊ 4 LÎRE YE'   Ji welatiyan Firat Kocaman (21), diyar kir ku şaredariyê daxwaza wan guhdar kir û pêk anî û got: “Li kîjan şaredariya Tirkiyeyê heqê rê yek lîre ye? Dema hûn diçin Cizîrê jî lêçûna xizmetê herî kêm 4 lîre ye. Li cihên weke Silopiyayê ku 125 hezar kes lê dijîn ji her kesî lîreyek distînin. Îro lîreyek jî wek pere nayê jimartin. Şaredariya vir her tiştî ji bo xizmeta vî gelî dike.”   'CARNA EM PERE NADIN'   Ji welatiyan Hasan Tokay (60), got ku care yekeme ku li Sîlopiyayê heqê çûn û hatinê evqas erzan e û wiha axivî: “Em minetdarê şaredariyê ne. Divê mirov xwedî wijdan be û bi wijdanî biaxive. Ji ber ku  gel fikirîn biryarek wisa girtin. Ew her tiştê ku em daxwaz dikin pêk tînin. Dema tiştek ji me re lazim be em diçin şaredariyê û alîkariya me dikin. Carinan em heqê çûyîn û hatinê jî nadin, lê napirsin û nakin pirsgirêk. Mirov ku bixwaze jî dibin.”    MA / Zeynep Dûrgût