Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne 2022-08-10 20:12:47 RIHA - 10 girtiyên beriya 3 rojan li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, ragihandin ku heta daxwazên wan bên pêşwazîkirin wê çalakiya xwe bidomînin.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin, ragihandin ku 10 girtiyan di 8’ê tebaxê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên pêşwazîkirni wê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan ragihandin ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê nêzîkatiyên dozger û midurê girtîgehê û xespkirina mafên wan e.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Girtiyan destnîşan kirin ku zext veguherîne îşkenceyê û binpêkirinên mafan wiha rêz kirin:      “* Ji nexweşxaneyê re û ji bo tedawiya me ya diranan sewqên me nayên kirin,    * Bi awayekî keyfî înfaz 6 mehan tên dirêjkirin,     * Di cejnên Remezan û Qurbanê de tevî hevdîtinên vekirî, nedayîna mafê telefonê yê zêde,   * Astengkirina nameyên hundirîn,   * Nekirina guhertinên odeyan,   * Destdanîna îdareyê ya ser klîma û perwaneyên ku beriya niha ji kantînê firotine û neçar dihêle ku yên nû bistînin,    * Me neçar dihêlin ku em tiştên vexwarinê yên gerim ji kesên hatine serdana me re bibin (di şertên demsalê de av, kola, ava fêkî nikarin têxin dolabê de)”   NAVÊN GIRTIYAN   Navên girtiyên ku ketin çalakiya greva birçîbûnê wihane: “Îdrîs Dûrûk, Emîn Çetîndaş, Omer Aslan, Sûat Berlik, Selamî Çîftçî, Mazlum Dogan Taniş, Şervan Muhammed, Emîn Korkmaz, Lokman Ayebe û Abdûlselam Demîr.”