Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin 2022-08-11 12:28:03 RIHA - Emîne Şenyeşar di roja 521’emîn çalakiya xwe de got: “Me bi tenê nehêlin. Bila her kes li dijî vê zilma li me tê kirin, li ba me cih bigire.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Nobed ket roja 521’emîn. Dayik û lawê xwe wek her roj vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û xwestin li ber siya avahiya edliyeyê rûnên lê polîsan dîsa destûr neda. Malbat li ser vê astengiyê li kuncikê xwe nobed da destpêkirin.     Malbatê di nobedê de wêneyên her sê ferdên mala xwe ku li ser pankarta bi nivîsa, “Ji bo her kesî edalet” vekir û dovîza “Ji bo jiyanek bi rûmet 521 roj in em li benda edaletê ne” bi bariyeran ve daliqandin.     ‘CEZAYÊ LI SER LINGAN HIŞTIN’    Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengkirina baxçeyê edliyeyê da û got: “Zilmê li me dikin. Duh me li ser pêya hiştin. Polîs destûrê nadin ku ez rûnêm. Ji min re gotin, ‘li ser pêya bimîne’. Bi bestûka min girtin û cezayê ‘li ser pêya bimîne’ dan min. Zilmek zêde li me dikin. Salek û nîv e li vir rûdinêm. Êdî bes e bila edalet bicih were da ku ez biçim mala xwe. Bila li qeydan binêrin heke ku zarokên min sûcê wan hebe, bila werin min û Ferîd û Mehmet jî bigirin. Çima kujeran nagirin? Zarokên min li dikana xwe esnafiyê dikirin, çi sûcê wan hebû?”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Şenyaşar destnîşan kir ku ew bi serdanan têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Me bi tenê nehêlin. Bila her kes li dijî vê zilma li me tê kirin, li ba me cih bigire. Heta ku edalet neyê, ez ji vir naçim. Bila demek zûtirîn edalet were. Bila kujer hemû bên girtin. Ev dewletek çawa ye û ev edaletek çawa ye?”