Li Edeneyê kesek hate girtin 2022-08-11 14:27:47   EDENE - Welatiyê bi navê S.E.Ç. ku li Edeneyê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Hêzên cendirmeyên tirk duh li Edeneyê bi ser malan de girt û welatiyê bi navê S.E.Ç. binçav kir. Piştî kar û barên li gel cendirmeyan, S.E.Ç. sewqî Edliyeya Edeneyê hate kirin. Piştî kar û barên îfadeyê yên li dozgeriyê jî S.E.Ç. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Silhê ya Edeneyê hate kirin.    Dadgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û S.E.Ç. şand girtîgehê.