Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin 2022-08-11 14:49:00 DENÎZLÎ - Dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat, Songul Polat li ber Girtîgeha Denîzliyê çalakiya rûniştinê li dar xist û got heta tedawiya lawê wê pêk neyê dê çalakiya xwe bi dawî neke.    Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin, her ku diçe ber bi xedariyê ve diçe û tenduristiya wî xerab dibe. Dayika Polat, Songul Polat ji bo tedawiya lawê wê bê kirin li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin. Polat xwest her kes piştevaniyê bide Ekîm Polat û hemû girtiyên nexweş.    Songul Polat diyar kir ku lawê wê bi hêceta “encamtiya rêxistinê” li ser giliyên “şahidê veşarî” 6 sal in girtî ye û nexweşînên wek KOAH, helîna hestiyan, ûr, hipertansiyon, çavê wî nabîne, pencaşêr û felca zêde ku jiyanê dixin bin xetereyê pê re peyda bûne. Polat got mafê tedawîkirina lawê wê hatiye astengkirin û ji ber nexweş e û nayê berdan dest bi greva birçîbûnê kiriye û dibe her kêlî jiyana xwe ji dest bide jî. Polat got ew dixwaze tavilê astengiya li pêşiya tedawiya lawê wê bê rakirin û dixwaze di pêvajoya tedawiyê de li cem lawê xwe be.    Polat anî ziman ku Saziya Tiba Edlî bi raporên dide berdana girtiyên nexweş asteng dike û rewşa lawê wê ne hewceyî raporê ye jî ji ber gelek nexweşînên wî hene. Polat destnîşan kir ku tedawiya lawê wê tê astengkirin.    Polat got ew ê her roj saet di navbera 09.00’an û 16:00’an de heta lawê wê bê tedawîkirin dê çalakiya xwe li dar bixe û banga hestiyarê li raya giştî kir.