OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin 2022-08-11 15:20:28 STENBOL - Şaxa OHD’a Stenbolê da zanîn ku Mehdî Mihçi ku di 7’ê tebaxê de hate binçavkirin û Suleyman Soylu 4 roj piştre weke PKK’î hedef nîşan dabû, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên dermirovî hatiye û gefa kuştinê lê hatiye xwarin. OHD’ê diyar kir ku Mihçi bi mebesta bidawîkirina îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî rewşa Mehdî Mihçi ku ev 4 roj in di bin çavan de ye, daxuyanî da. Di eywana daxuyaniyê de pankarta “Îşkence, sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatibû daliqandin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Stenbolê Vedat Çagirtekîn ku pêvajoya binçavkirina Mihçi dişopand, xwend. Çagirtekîn, diyar kir ku Mihçi di 7’ê tebaxê de ji hêla polîsên TEM’ê ve hatiye binçavkirin û wiha domand: “Ji kêliya binçavkirinê ve îşkenceya li dijî Mihçi dest pê kir.”    GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARIN   Çagirtekîn, diyar kir ku di dema binçavkirinê de polîsan di bin navê mulakatê de Mihçi birine odeyekê û wiha pê de çû: “Agahî jê xwestin. Piştre jî bi hinceta ku biqasî tê xwestin agahî nedane û hevkarî nekiriye, li odeyê hate derbkirin. Di tevahiya rojê de di wê odeyê de hate ragirtin û ji hêla komên cuda ve hate derbkirin. Her wiha kesên Mihçi derb dikirin gefa; ‘heke tu neaxivî em ê te û malbata te bikujin’ lê xwarin. Du rojan di vê odeyê de ma, gelek caran jêpirsîn kirin, heqaret lê hatin kirin, gef lê xwarin, derb kirin û îşkence lê hat kirin. Bi sedema ku hevkarî qebûl nekiriye, di heman rojê de cop xistin makata wî, organê cinsî meriçandin, organê cinsî şidandin û gelek rêbazên îşkenceyê yên ku rûmeta mirovan binpê dikin hatin kirin.”    ‘ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HATIN DÎTIN’   Di berdewamê de Çagirtekîn anî ziman ku roja din jî îşkence berdewam kir û miwekîlê wî ji bo bidawîkirina van îşkenceyan dest bi grev birçîbûnê ya bêdem kiriye û ev agahî dan: “Ev greva hêjta berdewam e. Ev îşkenceya sîstematîk hêj berdewam e. Di dema axaftinê de miwekîlê me bi zehmetî diaxivî, çavên wî bêhemdî xwe dihatin girtin û xuyaye ku bêxew hatiye hiştin. Di dema axaftinê de her tim li derdora xwe dinihêrt, ditirsiya ku tiştek bi serê malbata wî were û ji ber îşkenceyan nedikariya rûne û dema radibû zehmetî dikişand. Digot; gelemperî li zikê wî û lingên wî tê xistin û sedema vê jî ew e ku şopên îşkenceyê neyên dîtin. Weke ku tê zanîn îşkence, di her şert û mercan de bi taybet jî di dema binçavkirinê de qedexe ye. Em ê destûrê nedin ku di bin navê ‘ziyanê digihîne yekparetiya dewletê’ de ev îşkence bê rewakirin.”    ‘EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’   Çagirtekîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku faîlên îşkenceyê bi zirxê necezakirinê tên parastin. Ji bo ku îşkenceya li Şaxa TEM’a Stenbolê bêceza nemîne, banga me li dewletê ew e ku dev ji polîtîkaya xwe ya necezakirinê berde û derheqê Şaxa TEM’ê ya Stenbolê de lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin û berpirsyarên îşkenceyê bidarizîne. Em ê ji hêla hiqûqî ve bibin şopdarên vê mijarê û bang li Wezareta Edaletê dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabe.”     SOYLU HEDEF NÎŞAN DA   Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî qala îşkenceyê nekir û Mihçi bi gotina ‘PKK’î ye’ hedef nîşan da.