Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin 2022-08-11 15:36:38   EDENE -  Li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê bi hêceta “Telefona midûrê duyemîn ê girtîgehê winda bûye, em bi gumanin ku telefon hatiye dizîn” bi awayek kêfî malbatên girtiyan ku çûn hevdîtinê, nîv saetî li ser pêya da sekinandin.    Malbatên girtiyan ku li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F’yê bi girtiyên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku ew li girtîgehê bi hêceta “Telefona midûrê duyemîn ê girtîgehê winda bûye, em bi gumanin ku telefon hatiye dizîn”, nîv saet li ser pêya da sekinandin. Li gorî agahiyên ku malbatên girtiyan dan, piştî ku hevdîtin bi dawî bûye ev bûyer bi serê wan da hatye. Malbatan anî ziman ku gardiyanan vê yekê aniye serê wan û wan nîv saetî li ser pêya sekinandine. Malbatan got midûrê nû tayînî girtîgehê kiriye li gel leşker û gardiyanan di nava malbatan de geriyan e û piştî bertek nîşan dane, bi komî ji girtîgehê derketine.