Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn 2022-08-12 10:36:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal têkildarî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Divê bi şerê gel ê şoreşger re bersiva êrişan bê dayîn.”    Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a li Soçiyê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Viladimir Putîn re, êrişên bejahî û hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûn. Di encama êrişan de zarok jî di nav de gelek sivîl hatin qetilkirin. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û êrişên di demên dawî de nirxand.    Remzî Kartal anî ziman ku divê hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di pêvajoya heyî de li dora Şoreşa 19’ê Tîrmehê bicivin û wiha domand: “Hewceye têkoşîna xwe xurt bikin û bersivê bidin êrişên ser herêma xwe. Di pêvajoya heyî de xurtkirina pergala leşkerî bi tena serê xwe têr nake. Divê gel di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de tevbigere. Hem gel û hem jî şervan di heman eniyê de têbikoşin. Bi vê yekê re dikare pêşî li dijmin were girtin. Divê rêbazên bersivdayîna dijmin bên diyarkirin û gel li gorî wê xwe amade bike. Dijmin amadekariya qirkirina me dike, baregehên leşkerî ava dike û cihê xwe qayîm dike.”   ‘DIVÊ SÎXÛR Û XAYÎN BÊN TUNEKIRIN’   Bi domdarî Kartal pirsa “Dijmin çawa ji hundirê civakeke şoreşger agahiyan digire” kir û wiha got: “Em ji bo azadiyê têdikoşin. Gelê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerê têdikoşe, divê hemû sîxûr û xayînan, hemû kesên bi dijmin re hevkariyê dikin, hemû kesên bo pênc qirûşan welat û gelê xwe difiroşin, tune bike. Ev erka hemû endamên civakê ye. Divê li dijî sîxûr û xayînan seferberiyê ragihînin. Dijmin dixwaze bi tirs û xofê herêmê ji gel vala bike. Dijmin dibêje ez ê bi kûrahiya 32 kîlomîtroyan dagir bikim. Divê gelê me van xetereyan bibîne û têbikoşe.”    ‘DÊ EV ŞOREŞ SERKEFTINÊ MÎSOGER BIKE’   Herî dawî jî Kartal ev tişt anî ziman: “Divê gel hemû kesên destdirêjiyê li nirxên şoreşê dikin, civakê bêmoral dikin, berjewendiyên xwe bi ser yên civakê re digirin û nirxên civakê difiroşin nas bike. Ev erka gelê şoreşger e. Hewceye her endamên vê civaka şoreşger li ser bingeha neteweya demokratîk bê perwerdekirin. Dijmin dixwaze gelê kurd tune bike lewma em dibêjin şerê gel ê şoreşgerî birêxistin bikin. Berê digotin; ‘gelo kurd hene yan na’ lê niha di hevsengiyên navneteweyî de bandora kurdan heye lewma niha dibêjin ‘dê kurd bimînin an na.’ Şoreşa 19’ê Tîrmehê li cîhanê deng veda. Dê ev şoreş bidome, were xurtkirin û serkeftinê mîsoger bike. Hewceye gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tev li vê têkoşîna rizgariyê bibin. Heke pêşî li ber van operasyonên qirkirinê yên dewleta tirk neyên girtin, dê şer bidome. Em ji bo şikandina vê hewldana qirkirinê şer dikin.”