Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû 2022-08-12 11:12:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû ragihand ku bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin kirine. Piştî vê agahiyê, li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter de çalakiyên protestoyî hatin kirin.      Di hevdîtinên Soçiyê de Serokdewletê Rûsyayê Viladimir Putin ji Erdogan xwest ku pirsgirêkên xwe bi rejîma Sûriyeyê re çareser bike. Li gel vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu li paytexta Sirbistanê Belgradê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdad re hevdîtin kir. Çavuşoglû têkildarî mijarê li Enqereyê di 13'emîn Konferansa Sefîran de axivî û da zanîn ku bi Mîkdad re li ser pêya sihbetek kiriye.    Çavuşoglû dîsa gotina "kî dibe bila bibe divê terorîst bên tunekirin" dubare kir û ev tişt anî ziman: "Li gel vê yekê em dibêjin ku hewceye di navbera mûxalîf û rejîma Sûriyeyê de aştiyek pêk were. Me ji wan re got ku heke ew di navbera xwe de tiştekî wiha bikin, em jî dê alîkariyê bidin wan. Em li gel yekparetiya xaka Sûriyeyê ne."   Piştre jî rojnamegeran pirsa hevdîtineke gengaz a di navbera Erdogan-Esad kir û Çavuşoglû jî têkildarî mijarê wiha got: "Di halê hazir de têkiliyeke wiha nîne. Navberekê aliyên îstîxbaratê hevdîtin dikirin lê piştre qut bûn. Ev hevdîtin niha dîsa dest pê kirin. Di hevdîtinên îstixbaratan de gelek mijar tên nîqaşkirin."   PROTESTO  KIRIN   Axaftinên Çavuşoglû li herêmên dagirkirî di nava hêzên girêdayî wan de rê li ber nerazîbûnê vekir. Di vê çarçoveyê de li Idlib, Efrîn, Ezaz, Girê Spî û gelek deverên din bi hezaran kes daketin kolanan û bi alayên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) çalakî li dar xistin. Li Ezazê alaya Tirkiyeyê hat şewitandin, çalakvanan baregeheke ku leşkerên tirk jî tê de bûn dan ber keviran. Çalakvanên ku duh derketin kolanan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal diyar kirin ku ew ê îro jî çalakiyên xwe bidomînin. Rayedarên Tirkiyeyê têkildarî çalakiyan heta niha tu daxuyanî nedane.