OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin 2022-08-12 13:33:27 ÎZMÎR - OHD’ê diyar kir ku duh muwekîlên wan li Îzmîrê hatine binçavkirin û ew ji bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê bi îşkenceyê re rûbirû mane.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajarê Îzmîrê duh êvarê dê li avahiya xwe bernameya bîranîna Ûlaş Alankûş ê di 8’ê tebaxê de li Agiriyê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li dar bixista. Polîsan avêt ser avahiyê û êrişî bernameyê kir. Di serdegirtinê de 20 kes hatin binçavkirin.    Hevserokê HDP’a Bajarê Îzmîrê Vedat Çinar Altan jî di nav de 20 kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin. Hat zanîn ku dest bi îfadegirtina binçavkiriyan hatiye kirin.    ÎŞKENCE LI BINÇAVKIRIYAN HATIYE KIRIN   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê têkildarî binçavkirina daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku miwekîlên wan dema bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê bi îşkenceyê re rûbirû mane. OHD diyar kir ku ew dixwazin derbarê vê îşkenceya li miwekîlê wan hatiye kirin de lêpirsîngek karîger bê destpêkirin û ji bo faîl bên darizandin dê dosyeyê bişopînin.    NAVÊ BINÇAVKIRIYAN   Navê binçavkiriyan wiha ye: Tugçe Kizildemîr, Caner Kayhan, Vedat Çinar Altan, Ozcan Firtina, Tekîn Vatandaş, Ebrû Yîgît, Yûnûs Altûn, Tuncay Yildirim Ozen, Hidir Alî Kiliç, Gulcan Taşkin, Îzmîr Ozer, Şahîn Çoban, Bîrkan Polat, Polat Tosûn, Melîha Kayaci, Arîfe Meryem Yildirim, Hasan Benlî, Îlerî Devrîm Yûrtsever, Ridvan Coşkûn, Levent Akan.