Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin 2022-08-12 13:45:57   MÊRSÎN - Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’yî ku hatibûn binçavkirin, giliyê şaredarê AKP’yî, dozgerê lêpirsînê û polîsan kirin.    Endamên Meclisa Şaredariya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê yên HDP’yî beriya civîna Meclisê hatibûn binçavkirin û piştî civîn bi dawî bû hatin berdan. Endamên Meclisê yên HDP’yî ku hatibûn binçavkirin, têkildarî binçavkirina xwe de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dan û giliyê Şaredarê AKP’yî Mustafa Gultak, dozgerê lêpirsînê û polîsên şaxa TEM’ê kirin.    Endamên Meclisê daxwaznameya xwe ya gilîkirinê radestî dozgeriyê kirin û pişt re li ber edliyeyê daxuyanî dan. Hevserokên HDP’a Mêrsînê û parêzerên endamên Meclisê tev li daxuyaniyê bûn. Berdevkê Meclisê yê HDP’ê Ozgru Çaglar daxuyanî da û pêvajoya binçavkirinê bi bîr xist û destnîşan kir ku binçavkirina hevalên wan yek ji bûyera herî sansasyonel a dîrokê bû û ji bo ku AKP’yî bi piraniya Meclisê bixin destê xwe vê operasyona binçavkirinê pêk anîne. Çaglar got wan derbarê yên operasyona pêk anîne de gilî kirine û dê hem di warê siyasî hem jî di warê hiqûqî de vê pêvajoyê bişopînin.