20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2022-08-12 15:55:52   ÎZMÎR - Li Îzmîrê 20 kesên di serdegirtina avahiya ESP’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajarê Îzmîrê duh êvarê dê li avahiya xwe bernameya bîranîna endamê Endamê Partiya Komunist Lenînist Marsîst (MLKP) û Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî (HBDK) Ûlaş Alankûş ê di 8’ê tebaxê de li Agiriyê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li dar bixista. Polîsan avêt ser avahiyê û êrişî bernameyê kir. Di serdegirtinê de 20 kes hatin binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê îfadeya wan hat girtin û li ser fermana dozgeriyê hemû li midûriyetê hatin berdan.    Navê yên hatin berdan wiha ye Tugçe Kizildemîr, Caner Kayhan, Vedat Çinar Altan (Hevserokê HDP'a Îzmîrê), Ozcan Firtina, Tekîn Vatandaş, Ebrû Yîgît, Yûnûs Altûn, Tuncay Yildirim Ozen, Hidir Alî Kiliç, Gulcan Taşkin, Îzmîr Ozer, Şahîn Çoban, Bîrkan Polat, Polat Tosûn, Melîha Kayaci, Arîfe Meryem Yildirim, Hasan Benlî, Îlerî Devrîm Yûrtsever, Ridvan Coşkûn, Levent Akan.