Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir 2022-08-12 21:53:02   RIHA - Midurê Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku 10 girtî 5 roj in didomin de bi şandeya ji OHD, ÎHD, SES, Baroya Rihayê û Odaye Bijîşkan a Rihayê pêk dihat re hevdîtin nekir.    10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê tên ragirtin, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan dane destpêkirin di roja  5’an de berdewam dike. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Rihayê, Odeya Bijîşkan a Rihayê û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) têkildarî greva birçîbûnê ya berdewam dike de şandeyek avakirin. Şandeyê îro xwest ku li ser greva birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehê bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bike. Lê tevÎ midurê li girtîgehê li cihê xwe jî bû têkildarî çalakiya greva birçîbûnê hevdîtina bi şandeyê re qebûl nekir. Şandeyê ji bo roja duşemê piştî nîvro bi Alîkarê Serdozger re hevdîtinê bike randevû girt. Şande piştî hevdîtina bi Wekîlê Serdozger re wê derbarê greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de daxuyaniyê bide çapemeniyê.