‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’ 2022-08-13 09:02:50   ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin da zanîn ku şaredarên Qileban û Hîlalê yên AKP’yî ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û hê li ser kar in û ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ve tên parastin. Kûtlû got: “Bi wêneyê ku bi Soylû re girtin e, parastina xwe dikin.”    Di 6’ê çileya 2022’yan de Şaredarê Navçeya Qilebanê ya Şirnexê Saît Ûrek û Şaredarê Bajaroka Dêrahînê Cafer Benek yên AKP’yî bi îdiaya “Fesat kirine nav îhaleyan” û “bertîl xwarin e” ceza li wan hat birîn. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ji bo ku ev kes ji kar bên dûrxitin biryar da ku Wezareta Karên Navxweyî bê agahdarkirin. Lê belê di ser vê biryarê re 7 meh derbas bûn jî lê  heta niha derheqê her du şaredarên AKP’yî de Wezareta Karên Navxweyî ti gavek neavêtiye. Lê li gorî nûçeya ku Rojnameya Cumhuriyetê derbas kiribû, piştî ku ceza li her du şaredaran hat birîn, wêneyên wan bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re derket holê.   Hevşaredara Naveçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bêrîvan Kûtlû ya ku bêhincet ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, têkildarî mijarê axivî.    ‘HETA NIHA DARIZANDINEK ÇÊNEBÛYE’   Kûtlû anî ziman ku desteserkirina şaredariyên HDP’ê li dijî hiqûqa dewletê ye jî û şaredariyên wan bêhincet hatin desteserkirin. Kûtlû bi bîr xist ku ew di hefteya ku qeyûm tayînî şaredariyên wan ên mezin hatibûn kirin de ne û wiha got: “Bêsedem bi dehan hevşaredarên me ji peyvîrê hatin girtin. Ev tişta ku hat kirin ne li gorî ti qanûnê, ne jî li gorî hiqûqê hatiye kirin. Ev tişteke kêfî ye. Gelek hevşaredar û encumenên me bêpirs û pirsiyar ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hewcehî jî pê nedîtin ku bêjin ‘em bi vê sedemê we ji wezîfeyê dûr dixin’. Hemû hevalên me bi fermana Soylû ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ev tişta ku hatiye kirin, dijminatiya vîna gelê kurd bû. Mirov nikare naveke din lê bike. Ev tişt li dijî mevzûatê û qanûna hatin kirin. Desthilatdariya AKP’ê şaredariyên me bi vê hincetê bi dest xistin. AKP ji bo dîsa diziye bike, ranta xwe bike û ji bo ku dîsa derdora xwe di şaredariyê de bi cih bikin şaredariyên me desteser kir. Ji bo ku bi rehetî van pêk bîne wiha kirin. Ev jî tişta her berbiçav e û gelek mînakên wê jî hene. Lê tiştek şênber di destê wan de nîne jî lê dîsa me sûcdar dikin. Li gorî qanûn û mevzûatên şaredariyê belgeyeke wisa nehatiye destê me. Heke heta roja me îro jî dadgehê nekaribe ku darizandinekî jî bike wê demê ev tê wê wateyê ku tayinkirina qeyûman bêqanûnî ye. Çend sal çêbûn hê nikarin dozê bidin destpêkirin. Ji ber ku nizanin wê li gorî çi bidin destpêkirin.”    ‘ŞAREDARÊN AKP’YÎ KU CEZA LI WAN HATIYE BIRÎN JI ALIYÊ SOYLÛ VE TÊN PARASTIN’    Kûtlû bal kişand ser cezakirina şaredarên AKP’yî yên navçeya Qilebanê û bajaorka wê Hîlalê û wiha axivî: “Li gel şaredarên AKP’yî ceza jî xwarin e, ji wezîfeyê nehatine girtin. Derbarê bertîlên şaredariyên AKP’ê de bi dehan belgeyên fermî hene. Lê dîsa jî tiştekî nakin. Di şaredariyên AKP’ê de bi dehan sextekarî, bertîlxwarin û gendelî çêdibin. Weke mînak jî mirov dikare şaredarên Qilebanê Saît Urek û Dêrahînê Cafer Benek nîşan bide. Ev kes hatin darizandin, hatine cezakirin jî lê belê hê li ser kar in û ji peywîrê nehatine girtin. Hewcedariyek wiha pê nedîtin. Ev mesele ji Wezirê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re çûye jî lê belê ev kes hê li ser kar in. Lê em bêhincet ji peywîrê hatin girtin. Ev her du şaredarên AKP’yî jî çûne li gel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû wêne girtin e û li ser hesabên xwe yê medya civakî parve kirin e. Ez dikarim bibêjim ku ev her du şaredarên dizî kirine û bêexleqî li vî gelî kirine, bi vî wêneyê ku li gel Suleyman Soylû girtin e parastina xwe dikin. Ew her du şaredar jî xwe bi wêneyî diparêz in. Mirov dikare bêje her du kes jî ji aliyê Soylû ve tên parastin. Soylû jî şirîkê wan e. Mixabin êdî li vî welatî bawerî bi qanûnan û hiqûqê nemaye.”    ‘DOZGER, DADGER JÎ ŞIRÎKÊN WAN IN’    Kûtlû diyar kir ku li gel van pêkanînên berbiçav jî ew ê ji wezîfeyê neyên girtin û got: “Piştî ku 7 meh li ser derbas bibin û piştre lêpirsîn bê destpêkirin ti bawerî namîne. Tu baweriya mirovî jî li van dozger û dadgerên vî welatî jî nayê. Ji ber ku hemû şirîkên hev in. Çawa ku kujerên bi dehan ciwanên me tên parastin ev serok şaredar jî wê bên parastin. Heta ku bikaribin wê wan biparêzin û ji wezîfeyê negirin. Ew wêneyê hatiye girtin wan diparêze. Ji bo wê jî bawer nakim ku ji wezîfeyê bên girtin. Em 5 meh li ser karûbarên hevşaredariyê man derbarê me de bi dehan lêpirsîn dan destpêkirin û me ji wezîfeyê girtin. Li van kesan cezayê girtîgehê jî hatiye birîn lê dîsa jî li ser kar in.”