Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin 2022-08-13 09:48:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat eşkerekirin ku leşkerek serpel di êrişên li ser başûrê Kurdistanê de hatiye kuştin.    Wezareta Parastinê kuştina leşkerek xwe yê din ragihand. Wezaretê ragihand ku di êrişên li dijî deverên Zap, Metîn û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve ku berdewam dikin, di 12’ê tebaxê de leşkerek serpel hatiye kuştin. Wezaretê diyar kir ku navê leşker Omer Bagra ye.