'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye' 2022-08-13 11:06:01 RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye. Em dixwazin bi têkoşîna xwe tariyê ronî bikin.”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Nobed ket roja 523’yemîn. Dayik û lawê xwe ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê hesabên Walîtiya Rihayê, Wezareta Dadê û Midûriyeta Polîsan a Rihayê etîket kir û ev peyam parve kir: “Cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye. Em dixwazin bi têkoşîna xwe tariyê ronî bikin. Yên ku hawara daye ya li dijî bêedaletiyê nabihîzin dê têk biçin.”