Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2022-08-13 11:06:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Edene, Colemêrgê û Wanê di serdegirtinan malan de herî kêm 24 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Peyas û Farqînê yên Amedê polîsan vê sibehê bi ser gelek malan de girt. Li Taxa Huzurevlerî ya Peyasê Muhsîn Acar û Dîlan Katal hatin binçavkirin. Li taxên Ferîdûn û Baglarê yên Farqînê jî polîsan bi ser malan de girt û Abdullah Arşîmet, Abbas Nakçî û Bariş Nakçî kirin binçavan. Hat ragihandin ku polîsan li Abbas Nakçî daye û wî bi cilên wî yên xwîn birine emniyete.    Her wiha di serdegirtina li Amedê de Berdan Çelîk jî hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin midûriyetên polîsan ên Peyas û Farqînê.    HUNERMEND AGIRÎ HAT BINÇAVKIRIN    Polîsan li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi ser mala hunermendê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Rêncber Agirî de girtin û ew binçav kirin. Sedem binçavkirina hunermend Rênçber nehat zanîn û wî birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.     BISMIL    Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsan ber destê sibê avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de Ejder Dag, Sabahattî Gokalp, Nahşî Bûlût û Hasan Kayaalp hatin binçavkirin.    Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Bismilê.   EDENE    Li Edeneyê jî polîsan avêt ser malan û herî kêm 9 kes kirin binçavan. Her 9 kes li Midûriyeta Polîsan tên ragirtin. Navê du kesê hat hînbûn wiha ye: Mahabad Bugdayci, Îbrahîm Dogan.    COLEMÊRG    Li Colemêrg û navçeyên wê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li navendê Cengîz Ozdemîr, Remzî Taş, li navçeya Şemzînanê Servet Erbaş, li navçeya Geverê Mûzaffer Basan, Savaş Eren, Nejdet Metîn, Şeyma Saygi, li navçeya Rûbarokê jî Haydar Ozcan û Zeydan Cîdal hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.    Her wiha Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Navendî yê Colemêrgê Hasan Ozek jî duh bi şev li mala xwe hat binçavkirin. Ozek birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. Hat zanîn ku biryara veşarî li serdosyeya Ozek e û biryara 24 saet sînordarkirina hevdîtina parêzeran hatiye derxistin.        WAN   Li Wanê jî 4 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin. Nurullah Pekbay, Şiyar Aktî, Ferhat Azan û Şerîf Saribulak ên li kolana Hunerê bûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.