Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin! 2022-08-14 09:36:10 ŞIRNEX- Li gundê Gundikremo piştî biryara îstimlaqkirinê, xebatên lêgerîna komirê hatibûn destpêkirin. Tevî ku welatiyan doz dabû vekir jî, mal, bax û rezên wan hatin texrîbkirin û darên wan hatin birîn. Gundê ku di demên berê de di bin navê “ewlehiyê” de hatibû şewitandin îcar jî bi biryara îstimlaqkirinê tê rûxandin.   Gundê Gundikremo yê girêdayî Şirnexê di 24'ê sibatê de bi biryarnameya serokomariyê hat îstimlaqkirin. Hat zanîn ku ji vê îstimlaqkirinê mebest ew e ku bavê parlamentera AKP'ê ya Îzmîrê Ceyda Bolunmez, Suleyman Bolunmez li herêmê bikare lêgerînên komir û madenan bike. Hêjayî gotinê ye ku Suleyman Bolunmez parlamenterê Mêrdînê yê serbixwe yê berê bû û di hilbijartina dawî de namzetê AKP’ê bû lê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) namzetiya wî betal kiribû. Bi sedema qaçaxçitiya sotemeniyê, hatibû girtin. Hêj doza îstîmlqakirina gund a li ser navê Saziya Karên Komirê ya Tirkiyeyê biencam nebûbû ku li Gundikremo xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Xelkê herêmê li dijî îstimlaqkirina gund e û ji bo betalkirinê jî daxwazname dan. Lê belê serlêdana wan bêencam ma.    Bolunmez, di bin navê lêgerîna komir û maden de tund talan kiriye. Heta gihiştiye astekî wisa ku goristana gund jî texrîb kiriye. Gundikremo ku di salên 1990’an de di bin navê “ewlehiyê” de hatibû valakirin û şewitandin, niha jî di bin navê “lêgerîna komirê” de rastî heman aqûbetê tê. Parezerê şêniyên gund Abdurrahman Karabulut têkildarî îstimlaqkirina gund û lêgerîna komir û madenan bi ajasan me re axivî.    'JI BER QAÇAXÇITIYÊ DOSYAYA BOLUNMEZ HEYE’   Parêzer Karabulut anî ziman ku ji ber sûcên cuda, dosyayên Suleyman Bolunmez hene û divê ku talana li gund daye destpêkirin pêşî lê were girtin. Karabulut, bi domdarî wiha got: “Kesê ku li ser araziyên gundiyan rûniştî û hildiweşîne, parlamenterê berê yê serbixwe yê Mêrdînê Suleyman Bolunmez e. Ji ber qaçaxçitiyê dosyayên vî hene. Li dijî biryara îstimlaqkirina asayî ya kargehên komirê yên Tirkiyeyê, me li ser navê 67 kesan li Dadgeha Kargêrî ya Mêrdînê doz vekir. Her wiha ji bo betalkirina biryara îstimlaqkirina lezgîn a serokkomariyê jî me doz vekir. Pêvajoya darazê didome.”   ‘BIRYARA ÎSTIMLAQKIRINÊ LI DIJÎ RÊGEZAN E’   Bi domdarî Karabulut da zanîn ku ji ber betlaneyê, darazê hêj biryar û biryareke demkî nedaye û wiha pê de çû: “Divê bi van dozên me înfazkirina biryarê bê sekinandin. Ji ber ku biryarên wan ên îstimlaqkirinê li dijî rêgezan in. Ev biryar, bêyî ku rapora Nixandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hebe hatiye dayîn. Ev jî tê wateya binpêkirina milkên taybet. Bi biryara walîtiyê em ketin gund. Malên gundiyan hatibûn hilweşandin, gelek rez û baxçeyên wan hatine xerakirin û heta goristan jî hatine xerakirin. Gundî bi tu awayî naxwazin gundê wan bê îstimlaqkirin. Gundî dixwazin ku ev biryara îstimlaqkirinê bê betalkirin.”    'JI ME RE TIŞTEK NEHIŞTIN'    Ji şeniyên gund Sabriye Îzer (38) jî bertek nîşanî biryara îstimlaqkirina gund da û ev tişt anî ziman: “Li gund tiştekî aydê me nehiştine. Dema em li gund, jiyana me gelek xweş bû. Em hêj zarok bûn ku ji gund hatin derxistin. Lewma ez li wir gelek nemam lê dayika min gelek qala xwişkbûna wê derê dike. Niha jî li gund cihek nehiştine ku nekolandibin. Darên me yên fêkiyan tevek birine. Ji me re ne av û ne jî tiştekî din hiştine. Komirê weke hincet nîşan didin lê bi keyfî van devaran xerab dikin. Heta goristana gundê me jî xerab kirine. Avahiyên me hilweşandine. Li gund bo me tiştek nehiştine. Rêyên gund guherandine. Ji bo sekinandinê me daxwazname dan lê encamek jê derneket. Ji me re dibêjin; ‘êdî ev gund malê dewletê ye.’ Ji xeynî vê tişteke din nabêjin. Ser re darên me jî dibirin. Dibe ku li vê herêmê xweşiktirîn dar ên gundê me bin. Lê birîn. Em vê yekê qebûl nakin. Xwedê ji wan re nehêle. Suleyman Bolunmez û cerdevan bûn yek û xerakirin. Hizreta me ew e ku gundê xwe bibînin.”    MA/Zeynep Dûrgût