Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar 2022-08-14 12:02:38 MÊRDÎN - Cebraîl Îldenîz ê ji sedî 45 astengdar, di ezmûna ji bo derbasbûna karkeriya timî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, "serneketî" hat dîtin û ji kar hat derxistin. Îldenîz, sê caran ev ezmûn dan betalkirin lê şaredariyê dîsa jî li kar venegerand.  Di 31'ê adara 2018'an de KHK'a bi hejmar 696'an hate weşandin û piştî wê bi karkeran re mulaqat hatin destpêkirin. Karkerê bi navê Cebraîl Îldenîz jî di encama mulaqata li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ji kar hate derxistin. Îldenîz tevî biryarên dadgehê jî bi hinceta ku “serkeftî nîn e” li kar nehat vegerandin. Îldenîz, bi sedema ku ezmûna hatiye kirin ne li gorî asta perwerdeya wî dîtibû û karê wî ye, gilî kir. Îldenîz, di sala 2014’an dest bi kar kir û li bendê bû ku derbasî statûya karkerê timî bibe lê di encama mulaqata di sala 2018’an de ji kar hat avêtin.    DADGEH BETAL KIR, QEYÛM BI YA XWE KIR   Parêzerê Îldenîz, Nûrûllah Oner destnîşan kir ku muwekîlê wî carnan di şaredariyê de paqijiyê carnan jî wek nobedar dixebitî û wiha got: “Tevî wî, 3 zarokên wî jî astengdar in û raporên wan hene. Dadgehê 3 caran bi sedema ku pirsên di ezmûnê de hatine kirin li gorî asta perwerdeya wî û têkildarî karê wî de nîne, ev ezmûn betal kirin. Di van her sê ezmûnan de jî Îldenîz weke 'neserkeftî' hate nîşandan û li kar venegerandin."   ‘PIRSÊN ECÊB'   Oner, diya kir ku li wê demê hat gotin dê ezmûn weke rêbaz bên bikaranîn û axaftina xwe wiha qedand: "Ev rêbaz, ji bo kesên dixwestin bigirin kar hate bikaranîn. Lê ji kesên nedixwestin bigirin kar, pirsên ecêb dipirsiyan. Di hemû biryarên dadgehê de gotina ‘Li gorî astê û têkildarî kar pirsan jê bikin' heye. Ji hêla hiqûqî ve tu pirsgirêkên miwekîlê min nînin. Ezmûna KPSS'ê ji bo kesên astengdar ên ji dibistana seretayî û amadekar mezûn bûne ferz nîne. Bêhiqûqî û neheqiyeke mezin li holê ye. Peywira heyî xerab hatiye bikaranîn û sûc hatiye kirin."