Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin 2022-08-14 13:43:21   MÊRDÎN - Di şerê çend roj berê de li Bagokê 2 jê jin 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên HPG’iyan di morgê de tên sekinandin.    Di 28'ê tîrmehê de li çolterê Çiyayê Bagok ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şer derketibû. Hat ragihandin ku piştî şerê li herêmê, 2 jê jin cenazeyên 3 endamên HPG’ê rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku heta niha ti malbatan ji bo cenazeyan serlêdan nekirine. Li gor agahiyan, heke di nava 15 rojan de malbatên HPG'iyan serlêdanê nekin, dê cenaze li Goristana Bêkesan a Kamorê ya navçeya Artûklûyê bên defînkirin.