HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin 2022-08-14 13:53:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de sîxûrekê MÎT'ê hatiye kuştin û 2 jî hatine girtin.  Tirkiyeyê di demên dawî de li ser îxbaran gelek êrişên bi SÎHA’yan pêk anîn û di encama van êrişan de zarok jî di nav de gelek sivîl û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin qetilkirin. Bi zêdebûna êrişan re HSD’ê li dijî sîxûran, di 31’ê tîrmehê de dest bi “operasyona Sondê” kiribû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.    HSD’ê da zanîn ku hêzên wan di 11’ê tebaxê de li Taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê li dijî şaneyeke MÎT’ê operasyoneke taybet pêk anîne û daneyên operasyonê wiha parve kir: “Şane ji 3 kesan pêk dihat. Tiliya van kesan di şehadeta gelek hevalên me de heye. Van kesan li herêma Til Birak û Qamişloyê ji bo MÎT’ê xebat dikirin û têkildarî xebatkarên Rêveberiya Xweser û yên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzariyê agahî didan MÎT’ê. Di operasyonê de yek ji endamên şaneyê Ezîz Mihemed El Mihemed xwe radest nekir û hate kuştin. 2 sîxûrên din jî hatin girtin.”