Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-08-14 20:42:19   STENBOL - 23 kesên ku Hevserokê SGDF’ê Okan Danaci û Cîgira Seroka Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk jî di nav de di bîranîna ji bo Ûlaş Alankûş hat lidarxistin de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) xwestin duh serdana gora endamê Endamê Partiya Komunist Lenînist Marsîst (MLKP) û Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî (HBDK) Ûlaş Alankûş ê di 8’ê tebaxê de li Agiriyê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, bikin û wî bi bîr bînin. 23 kesên ku Hevserokê SGDF’ê Okan Danaci, Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê Denîz Aktaş û Cîgira Seroka Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk jî di nav de di bîranînê de hatibûn binçavkirin.    Kirariyên 23 kesan ên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn. 13 kes piştî kirariyên miduriyeta polîsan xelas bûn hatin berdan, 10 kes jî piştî wergirtina îfadeyan a dozgeriyê ya li edliyeyê hatin berdan.