Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e! 2022-08-16 09:02:16 ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş ku ji bo tapoyê xwe tomar bike doz vekiribû lê 11 sal in serlêdanên wî bi hinceta ku “ewlehiya herêmê tune ye” bêencam dimîne û got: “Ji me re 'ewlehî' tune ye lê ji birîna daran re ‘ewlehî’ heye. Ev çi nakokî ye?" Li Herêma Bestayê ya Şirenxê 2 sal in bênavber dar tên birîn. Dar bi destê cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn. Welatiyên ku milkên wan li herêmê ye jî bi hinceta “ewlehiyê” tên astengkirin û çûna wan a herêmê tê qedexekirin. Li dijî birîna daran heta niha gelek malbatan giliyê talankirina darên xwe kirin e. Yek ji van jî Bahattîn Alkiş ê ku darên wî li ser sînorê di navbera Sêrt û Şirnexê de tên bîrînê ye. Alkiş ji bo tomarkirina tapoyê xwe doz vekiriye. 11 sal in bi hinceta "ewlehiyê" tomarkirina tapoyê nayê çareserkirin. Alkiş ê ku li Sêrt û Şirnexê doz vekiriye ev 11 sal in hewldanên wî bêencam mane.   'HER CARÊ TALOQ DIKIN'   Alkiş, anî ziman ku li herêma wan 2 sal in dar tên birîn, lê ji bo çûyina heman herêmê bi hinceta “ewlehî tune ye” tê astengkirin û wiha got: "Daristanên me di navbera Sêrt, Şirnex û Wanê de ne. Li gundê Hosyan ê bi ser navçeya Berwariyê ye. Ev nêzî 40 sale ji ber ewlehiyê gundê me hatiye valakirin. Ev 11 sal in jî ji bo ku tescîla tapoyê bê kirin doz didome. Dadgeha Berwariyê ji 2011'an heta niha bi hinceta 'ewlehiyê' her carê dozê taloq dikin. Ev 11 sal derbas bûn her carê bi hinceta 'ewlehiyê' red dike. Lê belê festîvalan lê li dar dixin, lê pirsgirêka ewlehiyê ji bo wan tune ye. Daran dibirin lê hinceta ‘ewlehiyê' ji bo wan tune ye. Ev 2 sal in li herêma me dar tên birîn. Nû agahiya me çêbû ku li herêma me jî birîna daran hatiye destpêkirin. Me daxwazname dan Midûriyeta Daristanan a Sêrtê, Rihayê, Şirnex û Walitiya Şirnexê û cendirmeyan. Her wiha me bi rêya Baroya Şirnexê jî giliyê birîna daran kir. Me di daxwaznameya xwe de jî got ku, 'Em li dijî kes yan jî kesên ku birîna daran in û em vê qebûl nakin'. Ji ber ku ew der mal û milkê me ye. Em naxwazin ku xwezaya me bê tunekirin. Li wir ajalên cur bi cur hene. Ji bo ku di pêşeroja me de herêma me bê dar nemîne em ê têbikoşin. Kesên ku xwezayê diparêzin û mafê mirovan diparêzin jî divê ku li xwezaya Şirnexê û me xwedî derbikevin.”    '11 SAL IN DOZ DIDOME'   Alkiş, bi lêv kir ku herêma wan ji ji çûnehata gel re hatiye girtin lê ji birîna daran re vekirî ye û wiha axivî: “Doza me ev 11 sal in berdewam dike. Ji ber ku hincetên 'ewlehiyê' hene ku dadgeh nikare ku biçe herêmê, ji bo rantê dar tên birîn. Ev nakokiyeke herî mezin e. Ji bo ku ev nakokî ji holê bê rakirin, divê ku demildest heyeteke ku ji baroyê û saziyên herêmê pêk tên biçin wê derê û birîna darên li herêmê bidin sekinandin.”    'JI ME RE EWLEHÎ TUNE YE, LÊ JI BIRÎNA DARAN RE HEYE’    Alkiş, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne û got: "Ev di sala 2011'an heta niha rojeke 'ewlehî' nehatiye bi dest xistin ku em biçin wê derê. Di van 11 salan de her ku dadgeh ji qereqola Hosyanê re daxwazname dişîne û dibêje ku 'ewlehî heye yan tune ye?' Cenderma ji dadgehê re dibêje, 'Li wir ewlehî tune ye û dadgeh nikare bê tespîta kadastro bike'. Ji me re 'ewlehî' tune ye lê mixabin ji birîna daran re ‘ewlehî’ heye. Em vê qebûl nakin û heta ku encam bigire jî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Ji bo vê jî me li Sêrt û Şirnexê doz vekiriye."    MA / Zeynep Dûrgût