Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin 2022-08-16 09:03:12   WAN -  Parêzerên malbata zarokê bi navê H.E. (12) yê di encama têqîna cismekî leşkerî de li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê giran birîndar bûbû, giliyê berpirsyaran kirin.    Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di 26’ê tîrmehê de cîsmek leşkerî teqiyabû û di encama teqînê de zarokê 12 salî H.E. bi giranî birîndar bûbû. Rewşa H.E. yê di beşa lênêrîna awarte de her ku diçe giran dibe. Parêzeran derbarê Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Parastinê û leşkerên li Qereqola Cendermeyan a Gulukê peywîrdar de serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan û giliyê wan kirin.    ‘BERGIRIYÊN PÊWÎST NEHATIN GIRTIN’   Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ku leşkeran bergiriyên pêwîst negirtine û daxwaza vekirina doza cemaweriyê kirin. Parêzeran destnîşan kirin ku têkildarî herêma bimayîn bergiriyên ewlehiyê yên weke kuleya çavdêriyê, lewheya hişyariyê, têlkirin nehatine girtin û wiha gotin: “Bi awayekî aşkere di holê de ye ku ji ber sazî û personelên têkildar ên giliya wan hatine kirin bergirî negirtine û xebatên xwe yên kontrolkirinê nekirine teqîna mayînê pêk hatiye.”   HEKE BERGIRÎ HATIBÛNA WERGIRTIN WÊ BÛYER PÊKNEHATIBÛYA   Parêzeran di serlêdana xwe de destnîşan kir ku heke bergirî hatibûna wergirtin wê teqîn pêknehatibûya û ev nirxandin kirin: “Muwekkîl li herêma ku nedizanî ye bimayîn e pezê xwe diçerand û heke bizane ku herêm bimayîn e bikeve wê derê ev yek li dijî jiyana rojane ye. Wekî din heke derdora herêma mayînkirî ji aliye personelên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hûndir û personelên têkildar ve hatibûya têlkirin an dîwarkirin wê pêkan nebûya ku muwekîl bi mihên xwe ve bikeve herêmê.”   ‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’    Parêzeran diyar kir ku ji ber bergirî nehatine wergirtin mafê jiyanê yê H.E. yê 12 salî hate binpêkirin. Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku haya gelê herêmê ji mayînên hatine bicihkirin nîne û ev tişt gotin: “Erdê bi mayîn ji aliyê gel ve weke çêregeh tê bikaranîn. Ji ber ku şahidên di dosyaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Elbakê û hemû gelê herêmê de tê diyarkirin ku ev der ji aliyê her kesî ve bê astengî ji bo çêrandina sewalan tê bikaranîn.”   Parêzeran destnîşan kir ku ji bilî bergiriyên nehatin wergirtin, ambûlansa ku dereng hatiye jî xetereya jiyana H.E. zêde kiriye û wiha gotin: “Sedemê vê îhmalê jî li herêma ku telefon nekişîne personelê saziya ku gilî lê hatiye kirin tevî bûyer ferq kiriye jî neçûye cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê agahdar nekirine. Di rastiyê de Serpelê Nobedar ê Kuleyê Binefser M.M. ku îfadeya wî di dosyaya Serdozgeriya Komarê ya Elbakê de hat girtin, di îfadeya xwe de diyar dike ku wî teqîn ferq kiriye û di cih de bi kameraya xwe ya rojê li cihê bûyerê mêze kiriye û muwekîlê birîndar û hevalê wî yê li kêleka wî dîtiye. Lê belê di berdewamiya îfadeya xwe de diyar dike ku wî bûyerê ji fermandarê qereqolê re ragihandiye, li benda vegerê maye, neçûne cihê bûyerê û tevî rewşa birîndar a dema ku muwekîl ji aliyê du kesan ve hatiye birin temaşe kiriye.   TÎMÊN TENDURISTIYÊ NEHATIN AGAHDARKIRIN   Lê belê dema li hemû îfadeyên M.M. hate nêrîn, her çendî bûyer bi tevahî hatiye dîtin û bûne şahid jî, îfadeya wî tuneye ku ekîbên tenduristiyê ji aliyê wî û personelên nav navenda qereqolê ve hatine agahdarkirin. Ji ber vê sedemê mafê jiyanê yê muwekîl ji ber xemsariya aliyên peywendîdar hatiye binpêkirin û her çend zû hay ji bûyerê bûne, bi agahdarnekirina tîmên tenduristiyê ya di demeke maqûl de xetereya jiyana muwekîl zêde kiriye.”