Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an 2022-08-16 09:49:27     RIHA - Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê 10 girtiyên din jî li dijî binpêkirinên mafan tev li greva birçîbûnê ya di 8’ê tebaxê de dest pê kiribû, bûn.    Girtiyên li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 1’an tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin, ragihandin ku 10 girtiyan di 8’ê tebaxê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine di roja 9’emîn de berdewam dike. Hat ragihandin duh 10 girtiyên din jî tev li greve bûne. Girtiyan diyar kiribû ku heta daxwazên wan neyên pêşwazîkirni wê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan ragihandin ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê nêzîkatiyên dozger û midurê girtîgehê û desteserkirina mafên wan e.    NAVÊN GIRTIYAN    Navên girtiyên di 8’ê tebaxê de dest b çalakiyê kirine wiha ne: Îdrîs Dûrûk, Emîn Çetîndaş, Omer Aslan, Sûat Berlik, Selamî Çîftçî, Mazlum Dogan Taniş, Şervan Muhammed, Emîn Korkmaz, Lokman Ayebe û Abdûlselam Demîr.   Navên girtiyên di 15’ê Tebaxê de tev li greve bûne wiha ne: Keleş Celal, Ogûr Faîkoglû, Mustafa Muslum, Haşim Arslan, Cuma Îbrahîm, Kenan Dogan, Mahmut Tutal, Ferît Ak û Abdulkadûr Bûdak.