Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda 2022-08-16 10:12:12 MÊRDÎN - Cerdevanê bi navê Velat O. ku di dosyaya qetilkirina Hamît Ozkan de firarî bû, 2 sal piştre hate girtin lê belê dadgehê ew berda. Birayê Ozkan, Nûrettîn Ozkan got ku dadgeh bêalî tevnegeriya.  Welatiyê bi navê Hamît Ozkan di 11’ê mijdara sala 2020’an de li Taxa Xirbe Kurîkê yê Şemrex a Mêrdînê rastî êrişa çekdarî ya cerdevanan hat. Di êrişê de Ozkan jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî Hamdiye Ozkan û xizmê wî Mehmet Ozkan jî birîndar bûn.    Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û cerdevanên bi navên Cevdet O., Halît O. û Kadrî O. hatin girtin. Cerdevan Firat O., Lokman O. û cerdevanê firarî Velat O. jî bi awayekî negirtî dihatin darizandin. Derheqê cerdevan Cevdet O., Halît O., Velat O., Lokman O., Kadrî O. û Firat O. de îdianame hate amadekirin û li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê doz hate vekirin. Her 6 bersûc jî bi sûcên “kuştina bi zanebûn” û “Veşartina delîlên sûc” hatin darizandin.    PIŞTÎ FIRARÊ HATE BERDAN   Doza Ozkan nêzî 2 salan berdewam kir û 2 bersûcên di dosyayê de dihatin darizandin, hatin berdan. Niha di dosyayê de tenê Kadrî O. girtî ye û bersûcê firarî Velat O. jî hefteyek berê hate girtin. Lê cerdevan Velat O. li gel ku 2 sal piştre hate girtin jî, bi îdiayên “gumana reva wî nîne” û “asta ku dosya gihiştiyê”, bi şertê kontrola edlî hate berdan.    ÇEKA JI BO PEYWIRÊ HATIYE DAYÎN   Di îfadeyên dosyayê de cerdevanê berê Cevdet O. dibêje ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û wiha dibêje: “Li holê sûcek nîne. Tekane sûcê min ew e ku 3 zarokên min hene. Navbera min û serpel baş e. Ji bo ku 3 zarokên min bike cerdevan hatibû cem me. Bûyer ne bi zanebûn lê bi teqezayî çêbû.” Kadrî O. ku di dosyayê de ew tenê girtiye jî îdia kir ku di dema bûyerê de “gule berdane hewa.” Her wiha diyar kir ku çeka wî bi kar anî ya Velat O. ye û wiha got: “Çeka cerdevanan bû. Ev çek, çeka Velat e. Ev çek ji ber peywirê hatiye dayîn.”   ‘DIXWESTIN JI GUND DERKEVIN’   Xizmên Hamît Ozkan diyar kirin ku bi îtîrafên bersûcan û hatiye tespîtkirin ku Ozkan bi çeka cerdevan Velat O. hatiye kuştin lê dadgehê dîsa jî biryara berdanê da ye. Xizmên Ozkan destnîşan kirin ku bi vê biryarê re dadgehê “bêalîtiya” xwe winda kiriye û daxwaza darizandineke adilane kirin.    GEFA ‘EM JI HÊLA DEWLETÊ VE XURT IN’    Birayê Ozkan, Nûrettîn Ozkan ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Beriya bûyerê jî gef li me dihatin xwarin. Bûyer weke ‘şerê gund’ hatiye qeydkirin. Lê sedema esasî ew e ku zext li birayê min dikirin ku ji gund derkeve. Cevdet O. û zarokên wî beriya bûyerê gefa ‘Vala vala malê çêneke. Em ê nehêlin tu li vî gundî bimînî. Ji hêla dewletê ve em xurtin. Kesek nikare tiştekî bi me bike.’ li kekê min xwarin. Van kesan hêz û peywira ji dewletê digirtin, li dijî gel bi kar anîn. Dewletê ji bo parastina gund ew çek daye wan lê wan ew çek li dijî gel bi kar anî.”    ‘DADGEH ALÎ DIGIRE’    Bi domdarî Ozkan, da zanîn ku beriya dadgeh ji wan re şandeyek hatiye şandin û wiha bi dawî kir: “Xwestin pere bidin û bûyerê bigirin. Ji me re agahî dişandin û dibêjin; ‘Pişta me xurt e. Dev ji vê dozê berdin.’ Doz her carê tê taloqkirin. Êdî hêviyeke me ji dadgehê nema ye. Em mirovên di halê xwe de ne. Lê Cevdet O. di dadgehê de dibêje; ‘ev alîgirên terorê ne.’ Anku dibêje; ‘ev terorîstin. Me ew kuştin. Heq dikirin.’ Dadgeh bi helwesta xwe raste rast alîgiriyê dike. Tiştên ku em li dijî wan dibêjin di girtekan de nayên nivîsandin. Lê tiştên xelet ên ew dibêjin tên nivîsandin. Bi pereyan edaletê dikirin. Em edaletê dixwazin. Piştî edaletê jî em aştiyê dixwazin. Cihekê ku edalet lê nebe, aştî jî mimkin nîne.”