Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin 2022-08-16 12:18:05   DÊRSIM - Zulfu Yildirim ku ji ber zexta dewletê ji gundê xwe hatibû koçberkirin û ji ber qedexeyê nekarî 13 salan bikeve gundê xwe, gelek caran hate binçavkirin, hate îşkencekirin, tevî pirgirêkên giran ên tenduristiyê jî nehat berdan û gav bi gav terkî mirinê hat kirin.   Girtiyê nexweş Zulfu (Îbrahîm) Yildirim, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Hat îdiakirin ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. Tumora ser mejî jî di nav de gelek nexweşiyên din li Yildirim peyda bûbûn û ji sedî 96 astengdar bû. Lê tevî vê rewşa xwe ya giran jî nehate berdan. Bi vê yekê re gav bi gav terkî mirinê hate kirin. 10 roj bo berdana Yildirim mabûn ku jiyana xwe ji dest da. Yildirim, di sala 2011’an de di bin navê “operasyonên KCK’ê” de hate binçavkirin û girtin. Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê dihat ragirtin, gelek nexweşî lê peyda bûbûn û dadgehê ji ber rewşa wî ya tenduristî biryara berdanê dabû.    Di dema pêvajoya darizandina negirtî de gelek caran emeliyat bû û li Enqere û Amedê tedawî didît. Piştre jî cezayê Yildirim ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bo dihat xwestin, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Bi vê yekê re di cotmeha sala 2017’an de şandin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê. Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî Yildirim salek piştre şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Lê belê 3 meh piştre dîsa anîn Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê.    BI PENCEŞÊRÊ KET    Ji ber tumora mejî, Yildirim bi penceşêrê ket û di dema pêvajoya girtîbûnê de sê caran emeliyat bû. Ji ber van emeliyatan jî çavekî wî kor bû û ji sedî 40 ronahiya çavê wî yê çepê jî kêm bû. Bedena Yildirim zeîf bûbû û ji ber strêsa zêde jî krîza dil derbas kir. Bi vê sedemê bi emeliyatê derîçeya dilê    DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE!   Di pêvajoya girtîbûnê de rapora ji sedî 96 astengdar e wergirt lê şandeya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê got; “dikare di girtîgehê de bimîne.” Lewma jî Yildirim sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) nehat kirin. Yildirim, dîsa li girtîgehê hat vegerandin û 8 mehan bi sedema şewba Covîd-19’ê nebirin kontrolan. Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û temenê wî yê mezin jî Yildirim di hucreya yekkesî de hat ragirtin û ji bo berdana wî 10 roj mabûn ku jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.    Yildirim, li gundê Weraniç ê Dêrsimê hate oxirkirin. Hevjîna Yildirim, Asli Yildirim ku li ser gora hevjînê xwe digot “hevalê min”, têkildarî têkoşîna wî û tiştên li girtîgehê jiya bûn vegot.    13 SALAN NEKARÎ BIKEVE GUND   Yildirim, da zanîn ku hevjînê wê di salên 90’î de ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe ji gundê Weraniçê ku li wir ji dayik bûbû koçber bûye û wiha got: “Gelek caran hat binçavkirin û 13 salan ji ber qedexeyê nekarî bikeve gund. Me gelek êş kişandin. Ma çi bi serê me nehat. Dema di salên 90’î de leşker dihatin gund, gef li hemû kesî dixwarin. Hemû cîranên me bar kirin. Tenê em mabûn. Me ji xwe re mal nedîtibû û piştre gef li me jî xwarin. Digotin; ‘derkevin nexwe em ê we bişewitînin.’ Em jî neçar man û me her tiştê xwe bi erzanî firot û koçî navenda Dêrsimê bûn. Sê rojan bi 5 zarokan di kamyonê de em li malê geriyan. Piştre yek ji me re bû alîkar. Em 9 rojan di maleke hêj di înşaetê de man. Her dever xîz bû.”   57 ROJAN HATE ÎŞKENCEKIRIN   Bi domdarî Yildirim, anî ziman ku kurê wê Devrîm Yildirim ku gerîlayê PKK’ê bû di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest da û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Piştî mirina kurê min, zextên li ser me jî zêdetir bûn. Sed zor û bela destûr dan ku em cenaze wergirin. Nehiştin em li cenaze binihêrin. Min cenazeyê wî nedît lewma hêj bawer nakim ku mirî ye. Her tim li pêşiya derî rûdinim û li benda roja vegera wî disekinim. Ma me bi van çavan çi nedît.. Me gelek êş kişandin. Piştî çûyîna zarokê min, bela xwe ji hevjînê min venekirin. Bi salan hate îşkencekirin. Her tim li gund dihat binçavkirin. Rojekî ew binçavkirin û 57 rojan îşkence lê kirin. Dema vegeriyayî, bi kulman diranên wî şikandibûn. Bijîşk got ku ji ber îşkenceyê di serê wî de tumor çêbûye. Di demên berê de salê du caran ji bo tedaviyê diçû Stenbol û Enqereyê. Lê belê ev 5 sal bûn li Xarpêtê ti tedawî nedîtin. Cihê wî girtîgeh nebû.”    RAPOR QEBÛL NEKIRIN   Yildirim, got ku ji bo berdana hevjînê wê serî li gelek cihan dane û ev tişt anî ziman: “Nexweş bû û 4-5 caran ji serê xwe emeliyat bûbû. Çavekî wî êdî qet nedidît û ronahiya çavê din jî ji sedî 40 kêm bûbû. Lê ev rastî qebûl nekirin û ew bernedan. Lê nihêrtin ku li Qereqoçanê bijîşk tune ye, dozgerê Qereqoçanê qebûl nekir û dîsa şand Girtîgeha Xarpêtê. Gelo li Xarpêtê lê xistine, kaş kirine, çi pê kirine? Di 14’ê tebaxê saet di 02.00’an de li min geriyan û gotin; ‘Zulfu Yildirim mir. Werin cenazeyê wî wergirin.’ Zarokên min çûn û cenaze anîn. Me cenaze danî cemxaneyê.”    4 SAET PIŞTRE AGAHÎ DAN   Di berdewamê de Yildirim diyar kir ku sedema mirina hevjînê xwe nizane û wiha pê de çû: “Em nizanin bê ka tiştek pê bû yan tiştek bi serê wî anîne. Belkî jî lê xistibin û kuştibin. Çend saetan li nexweşxaneyê ma ye û heke ji me re bigotina, em jî dê li ber deriyê nexweşxaneyê bisekiniyan. 4 saet piştî mirina wî li me geriyan. Dibêjin saet  di 22.00’an de jiyana xwe ji dest da ye. Lê ez bawer nakim. Belkî di nava rojê de saet 10.00’an de miribe. Baweriya min bi wan nayê.”    10 BO BERDANA WÎ MABÛN   Asli Yildirim, bi lêv kir ku herî dawî di 9’ê tebaxê de li ser telefonê bi hevjînê xwe re axivîbû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di roja sêşemê de li min digeriya. Vê hefteyê jî li min geriya. 10 roj bo berdana wî mabûn. Zarok û neviyên min tevek li derveyî welat in. Got; ‘Ev 5 sal in ez neviyên xwe nabînim. Bila neviyên min bînin da ku wan bibînim.’ Min jî ji kurê xwe re got û wî jî anîn. Di roja çarşemê de jî hevdîtina vekirî hebû. Ji min re got; ‘Ez dimirim. Divê tu gelek dilşad bî ku neviyên xwe dibînî. Ez nabînim.’ Min jî xwe jê aciz kir û got; ‘Vaye 5 sal qediyan û tenê 10-15 roj mane. Hinek sebir bike tu jî dê bibînî.’ Hîs kiribû ku dê bimre. Neviyên xwe nedît. Heke bihata malê û li pêşiya malê jî bimra, bi zora min nediçû. Lê tenê 10 roj mabûn. Vê ez gelek êşandim. Kurê min ji bo dîtina bavê xwe hatibû. Lê nedît.”    DIVÊ GEL JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ DENGÊ XWE BIKE    Yildirim, bertek nîşanî bêdengiya rayedaran a li hemberî girtiyên nexweş da û axaftina xwe wiha qedand: “Her tişt di nava lepên Erdogan de ye. Ew bi xwe jî vê dibêje. Divê gel ji bo girtiyên nexweş dengê xwe bilind bike. Divê êdî ji rayedaran re bibêjin peywira xwe pêk bînin û bibêjin ‘êdî bes e.’ Nexwe wiha bidome em ê hêj gelek agahiyên mirinê bibihîzin.”   MA / Eylem Akdag-Yûsûf Şeker