Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in 2022-08-16 13:53:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrişên Tirkiyeyê li ser Kobanê daxuyanî da û got: "Aramanca êrişên dewleta Tirk, ji bo tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye. Hêzên garantor ên li herêmê berpirsên van êrişan in."  Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê û derdora wê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got: "Niha Kantona Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê yên bêmirov ên biçek ve tê topbaran kirin. Di encamê  encamê de gelek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.   Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewamiya nêzîkatiyên wê yên êrişkar ên ji bo tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye. Berpirsiyariya van êrişan dewletên garantor ango Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ne, ji ber ku parastina van herêman ji êriş û destdirêjiyan girtine ser xwe."   HIŞYARÎ DAN XELKÊ   Her wiha Nivîsgeha Ragihandinê jî li ser hesabê medya dîjîtal ên Rêveberiya Xweser hişyarî da xelkê û destnîşan kir ku ji ber bombebarana bêserûber ya Tirkiyeyê pêwîste her kes di malên xwe de bimîne.   WELATIYEK DIN JÎ BIRÎNDAR BÛ    Tirkiye ji danê sibehê ve navenda bajarê Kobanê û gundên li rojhilat û rojavayê wê topbaran dike. Di encama topbaranê de zarokek şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha hat ragihandin ku di êrişan de ciwanê bi navê Ela Îbo (19) li taxa Kobana Nû birîndar bûye.   Hat diyarkirn ku topbarana li ser heêmê berdewam dike.