Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e 2022-08-16 13:58:53 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar tev li Merasîmên Bîranînê û Çalakiyên Çandî Hunerî yên Haci Bektaş Velî bû û wiha got: “Çareserî, dê bi têkoşîna ji bo hemwelatîbûna wekhev were.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan ê HDP’ê Turgut Oker, Maseya Elewiyan a HDP’ê, endamên Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Sûltan Ozcan, Tuncer Bakirhan û Dogan Erbaş û parlamenter Alî Kenanoglû, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu û Zeynel Ozen beşdarî 59’emîn Merasîma Bîranînê û Çalakiyên Çandî Hunerî yên Haci Bektaş Velî bûn ku di qada navneteweyî de jî sala 33’yemîne tê lidarxistin.    Sancar û şandeya pê re li pêşiya Şaredariya Hacibektaş a Nevşehîrê hatin ba hev. Piştî serdana şaredariyê çûn ziyareta Dergahê.  BAL KIŞAND SER WEKHEVÎ Û EDALETÊ   Sancar di serdanê de got ku desthilatdariya heyî newekhevî û nîjadperestiyê li her qada welêt belav dike û ev tişt anî ziman: “Em ê vê desthilatdariyê biguherînin. Bila her kes baweriya xwe azad bijî. Bila her kes azad bijî. Ji bo ku mirov bibe xwe, divê ji ewil mirov azad be. Armanca me ew e ku hemû gel û bawerî weke xwe bijîn. Bingeha vê jî wekhevî û azadî ye. Em baş bi ser pirsgirêkên elewiyan digehin. Li her deverên Tirkiyeyê em diçin serdana wan. Me di meha gulanê de ji bo elewiyan kampanyaya ‘ji bo elewiyan hemwelatîbûna wekhev’ dabû destpêkirin. Li gorî me heke hemû can bên ba hev wê demê dikare pêşî li provakasyonên li dijî elewiyan bên girtin. Çareserî ne ew e ku ji bo xapandina raya giştî biçin serdanên cemxaneyan. Çareserî, bi têkoşîna ji bo hemwelatîbûna wekhev re tê.”   EM NU LUTFÊ LÊ MAFÊN WEKHEV DIXWAZIN   Bi domdarî Sancar diyar kir ku divê mafên elewiyan di Makeqûnênê de bên mîsogerkirin û wiha bi dawî kir: “Elewî ne lutf û sedeqeyê lê mafên wekhev dixwazin. Ji bo van daxwazan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li cihekî desthilatdarî ewqas talan û diziyê dike, ne pêkane ku HDP bi tena serê xwe vî barî rake. Lewma pêdiviya me bi hevgirtineke wisa heye ku hem vê desthilatdariya dizîker têk bibe û hem jî vê pergala talanê biguherîne. Hewceye em aştiyeke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û demokratîk bînin vî welatî. Divê em vê desthilatdariyê û pergala bêedalet biguherînin. Werin em bibin yek.”    Bernameya Sancar bi serdanên esnafan didome.