Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin 2022-08-16 16:02:50 ENQERE - Li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Keçîoranê êriş hat kirin. Hat zanîn ku êrişkar wêneyên Aysel Tugluk û alayên partiyê bi xwe re birine.  Şevê din saet di 02.00’an de li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê êriş hat kirin. Nehat zanîn bê ka kê êriş pêk aniye.    Di dema êrişe de paceyên avahî hatin şikandin. Êrişkar kete avahiya partiyê û pankarta ku wêneyê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li ser bû û alayên partiyê bi xwe re birin.    Hat zanîn ku rayedarên HDP’ê piştî lêkolînkirina qeydên kamerayê, giliyê êrişkar kiriye.    BERÊ JÎ GELEK CARAN ÊRIŞ HATIN KIRIN   Rayedarên HDP’ê dan zanîn ku beriya niha jî gelek caran li dijî partiya wan êriş hatiye kirin û heta niha tu encam ji serlêdanên wan ên sûc derneketine.