Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan 2022-08-16 16:18:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wan, Edene û Mêrsînê ji 22 kesên hatibûn binçavkirin 19 jê hatin berdan û 3 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Li Wan, Edene û Mêrsînê di 13 û 15’ê tebaxê de polîsan bi ser malan de girtibû û 22 kes binçav kirin. Ji van 22 kesan 19 jê hatin berdan û 3 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    WAN    Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nurullah Pekbay, Şiyar Aktî, Ferhat Azan û Şerîf Saribulak vê sibehê piştî îfadeyên dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    MÊRSÎN   Li navçeyên Tarsûs û Silîfke yên Mêrsînê S.A., A.S., M.O., M.R., A.M., S.A., Î.A., Y.D., N.A. û M.A. duh serê sibehê hatibûn binçavkirin. Ev her heyşt kes piştî îfade dan dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî dadger hatin û ji vir jî hatin berdan.    EDENE   Li Edeneyê jî 10 kesên hatibûn binçavkirin îro wan ji Midûriyeta Polîsan a Edeneyê birin edliyeyê. Dozger 7 kesan berda û Serhat Yagmûr, Abdulkadîr Demîr û Demhat Saglam jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê kirina sûc” û “bikaranîna teqmenî” ji bo girtinê sewqî dadger hatin kirin. Karûbarên îfadedayîna her sê kesan li dadgeriyê didome.