Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e 2022-08-16 17:01:11   STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtesever a duh li Balafirgeha Sabîha Gokçen hatibû binçavkirin, li gorî dozger parvekirina nûçeyan ‘sûc’ hat dîtin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever duh êvarê dema ji Amedê diçû Stenbolê li Balafirgeha Sabiha Gokçen bi hêceta derbarê wê de biryara girtinê heye hatibû binçavkirin. Yûrtsever bi şertê biçe dadgehê li dozgeriyê îfade bide hatibû berdan.    Yûrtsever li gel parêzerê xwe çû Dadgeha Çaglayana Stenbolê. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Çewligê di sala 2021’an de derbarê Yûrtsever de lêprisîn daye destpêkirin. Yûrtsever derbarê mijara lêpirsînê de îfade da dozgeriyê.    PARVEKIRINA NÛÇEYAN WEK SÛC HAT DÎTIN    Ji Yûrtsever parvekirinên wê yên li medya civakî û parvekirina nûçeyan wek “sûc” jê hatin pirsîn. Lêpirsîn bi hêceta “xelkê ji bo kîndariyê û dijminatiyê sor kiriye” derbarê Yûrtsever de hatiye destpêkirin. Nûçeya têkildarî qetilkirina Malbata Dedeogûllari yên di Ajansa Mezopotamya û rojnameya Yenî Yaşamê de cih girtine ji Yûrtsever hatin pirsîn.    Yûrtsever sûcdariyên li ser xwe red kir û parvekirinan bi armanca nûçeyan û di çarçoveya azadiya derbirînê de belav kiriye.    Piştî ku Yûrtsever îfade da hat berdan.