Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû 2022-08-16 17:04:38 AMED - Baroya Amedê ji ber heqaretên li Şêx Seîd kiribûn, giliyê Serokê Giştî yê Zaferê Umît Ozdag kir.  Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî ji ber heqaretên li Şêx Seîd kiribûn, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku Ozdag ji ber sûcê “heqaret li bîreweriya şexs kiriye” bê cezakirin.