Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne! 2022-08-17 09:01:54 WAN - Dema ku kiryarê sûcan esker û polîs bin, kamerayên ku li seranserê welêt 24 saetan dixebitin an qeyd nakin an jî xerabe ne. Bi vî awayî kesên sûc dikin tên fihêtkirin û doz jî bi bêcezakirinê bi dawî dibin. Delîlên di cînayetan de yên ji aliyê peywirdarên dewletê ve hatine kirin bi lez û bez tên windakirin. Kamerayên ku li seranserê welêt 24 saetan dixebitin jî an xerabe ne an jî dîmenên wê kêliyê negirtine. Ev rêbaz dike ku dosyeyên hemû kiryarên bi vî rengî bi bêcezakirinê bi dawî bibin. Ev yek herî dawî li gundê Kiratî yê navçeya Elbakê ya Wanê di bûyera H.E. (12) de ku ji ber teqîna cismekî bi giranî birîndar bûbû, rû da.  Hat îdiakirin ku kameraya ku kêliya H.E. birîndar bûye, dîmen negirtine. Bi vî rengî delîlên herî girîng ên bûyerê ji holê hatin rakirin û polîtîkaya bêcezakirinê hat meşandin.   Berê jî di bûyerên bi vî rengî de yên  tiliya peywirdarên dewletê tê de hene, heman rêbaz hatibû ceribandin. Ji wan hincet û rêbazan hin jê ev in:    ‘KAMERA JI BER ERDHEJÊ XERA BÛNE'   Mehmet Denîz ku di meşa 8'ê Adara 2008'an de li navçeya Erdîşê ya Wanê di encama mudaxeleya polîsan de birîndar bûbû, li qereqolê jiyana xwe ji dest dabû. 13 sal in pêvajoya darazê ya derbarê mirina Mehmet Denîz de bi dawî nebûye û midûriyeta polîsan jî derpêş kiriye ku hemû kamerayên li derdorê xerabe ne û ji ber vê sûcdar nayên dîtin. Dozgeriyê jî paralelî midûriyeta polîsan gotiye, "Ji ber ku avahiay têkildar di erdhejê de hilweşiyayeyê nehatiye tespîtkirin bê ka kamerayên avahiya têkildar xerabe bûne yan na û her wiha wisa tê texmînkirin ku kamerayên avahiya midûriyeta polîsan a Erdîşê jî dibe ku di dema erdhejê de xera bûbin." Dosye bi vî awayî bi bêcezabûnê bi dawî bû.    Di 9'ê hezîrana 2017'an de piştî êrişa bi roketan a li hemberî Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Westanê ya Wanê, 4 gundiyên ku ji berhevkirina kuvarkan vedigeriyan hatibûn binçavkirin û li qereqola polîsan bi saetan rastî îşkenceyê hatibûn. Paşê gundiyên ku hatibûn berdan polîsê bi navê O.Ş. teşxîs kiribûn û giliyê wî kiribûn. Lê polîs O.Ş. beraet kiribû. Dadgehê wekî hincet jî derpêş kiribû ku dîmenên kamerayan ji ber derdor baş neronî bûye serçavê kiryaran xuya naka. Lê belê wêneyên dema îşkenceyê yên her çar gundiyan li ser medyaya sanal berbalav bûbûn û bi salan bûbûn rojev.    KAMERA NEXEBITIYE!   Li Wanê Lutfullah Tacik ê 17 salî di 16'ê gulana 2014'an de dema ji Îdirê derbasî Tirkiyeyê bûbû hatibû binçavkirin. Tacîk ku ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Îdirê, ji wir jî  şandibûn Navenda Paşvegerînê ya Wanê û li vir di 27'ê Gulana 2014'an de ji aliyê polîs S.O. bi lêdanê hatibû kuştin. Şahidên ku piştî mirina Tacîk îfadeyên wan hatibûn girtin diyar kiribûn ku polîs S.O. şelmaq li Tacîk xistiye û di dema bûyerê de polîs H.O. li wir bûye. Lê polîsan sûc qebûl nekiribû û ji ber ku kamerayên li cihê bûyerê "xerabe bûne" dîmenên îşkenceya li Tacîk hatiye kirin derneketibûn holê. Şîrketa ku ji kamerayên GGM'ê berpirsyar diyar kiribû ku tenê kamerayek qeyd nekiriye û di rapora cendirmeyan de jî hatibû îdiakirin ku roja bûyerê tu kamera qeyd negirtine. Di encama dozê de polîs S.O. tenê 5 meh ceza girtibû.    ‘KAMERAYÊN LI HERÊMÊ JÎ DÎMEN NEGIRTINE'   Di dema protestoyên li taxa Xaçort a Wanê de maşîneya zirxî ya bi tîpa akrep li zarokê 12 salî A.O. qelibîbû  û bi giranî birîndar bûbû. Piştî bûyerê dîmenên kamerayan nehatibûn dîtin. Dîsa di 24'ê Tîrmeha 2016'an de Taha Kiliç ê 4 salî ku li ber avahiya Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di bin panzera polîsan de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku kamerayên li herêmê dîmen negirtine derbarê polîsan de ku bûbûn sedema mirina Taha tiştek nehatibû kirin.    KAMERAYA WESAYÎTA ZIRXÎ JÎ XERABE BÛYE!   Efe Tektekîn ê 5 salî ku di 11'ê îlona 2019'an de li Cadeya Emek a navçeya Rezan a Amedê gava hewl dabû derbasî wî aliyê rê bibe wesayîta zirxî ya polîsan lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Polîs Î.A.'yê ku ji sala 2017'an ve heman wesayîta zirxî bi kar aniye îdia kiribû ku kamerayên wesayîta zirxî naxebitin.    POLÎSAN KAMERA GIRTIN   Dîsa ji 30 kamerayên ku di qetilkirina Alî Îsmaîl Korkmaz de ku di dema berxwedana Geziyê de polîsan bi lêdanê ew qetil kiribû, 16 kamera xerabe bûne. Pişt re hatibû îdiakirin ku di kameraya Otêla Beşîkê de 20 deqeyên qeydên kamerayê û dema polîsan êrişî Korkamz kiriye 76 saniye dîmenên kamerayên winda ne. Xwediyê otêlê Erdogan Gozseçen derpêş kiribû ku ji ber ku wê demê şantêr girtî bûye ev dîmenên navborî tune ne. Lê belê di heman dîmenan de hatibû dîtin ku 2 polîs bi cil û bergên sivîl ketine hundirê otêlê û ev yek dibe cîhê wê gumanê ku dibe ku van polîsan kamera girtibin.    Mert Mehmet Tilev di 6'ê cotmeha 2014'an de li Stenbolê li nava kolanê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Hatibû îdiakirin ku di dîmenên rapora Saziya Tiba Edlî de diyar nebûye bê kê gule berdane. Di CD'yê de ku piştî dîmenên rapora Tiba Edlî derketibû holê, dîmenên dema gulebaranê hebûne û ev dîmen beriya ku bigihên saziyê zelal bûne, lê paşê hatibû îdiakirin ku ev dîmen jî xerabe bûne.   Di otopsiya Resûl Îlçîn ê 52 salî de ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê li midûriyeta polîsan jiyana xwe ji dest dabû, derketibû holê ku li serê wî û gelek cihên laşê wî şopên lêdanê hene. Walîtiya Şirnexê îdia kiribû ku Îlçîn ketiye erdê û bi vî awayî miriye. Walîtiyê daxuyanî dabû û gotibû, "Kamerayên ewlehiyê dema Resûl ji ser kursiyê ketiye qeyd nekirine û heger qeyd hebûna ji xwe me yê nîşan bida."   KAMERAYÊN DEWLETÊ TIM XERABE NE!   Ji bilî van Mustafa Dûman (17) ku di 30’ê tebaxa 2016’an de li Wanê dema li ber mala xwe rûniştibû ji aliyê wesayîta zirxî ve hatibû gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest dabû û Samî Uçan jî li Wanê di sala 2017’an de wesayîta zirxî pêl wî kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Di 4'ê gulana 2017'an de li Şirnexê wesayîta zirxî ya polîsan li xaniyê malbata Yildirim xistibû û ketibû hundir û Muhammed ê 7 salî û birayê wî Furkan Yildirim ê 6 salî yên ku wê demê di hundir de di xew de bûn kuştibû. Di vê bûyerê de jî kamera qeyd negirtine!