Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne 2022-08-17 10:13:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Ragihandina HSD'ê Ferhad Şamî destnîşan kir ku hêzên paramîlîter ên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê derûnî dimeşînin û got: “Dagirkeriya Tirkiyeyê dê di saetên pêş de gelek penaberan bi darê zorê bişînin xaka Sûriyeyê.” Berpirsyarê Navenda Çapamenî û Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî têkildarî êrişên hêzên paramîlîter ên Tirkiye alîkariya wan dike, li ser hesaba xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir.    Duh şev li hin gundên nêzî sînor ê navçeya Karkamişê ya Dîlokê li ser hoparlorên mizgeftan agahiya ku dê operasyon bê kirin hat belavkirin. Piştî anonsên hatine kirin û li ser hesabên medya dîjîtal hatin belavkirin Şamî daxuyanî da û wiha got: “Heya niha ti guherîna cihê hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser her du aliyên sînor pêk nehatiye. Di saetên pêş de dê dagirkeriya Tirkiyeyê gelek penaberan bi darê zorê bişîne xaka Sûriyeyê. Em li dijî êrişên xaka xwe diparêzin û ji bo bersivdayîna hemû gavên li dijî me tên avêtin, em amade ne. Dagirker û çete li ser medyaya dîjîtal dixwazin di çarçoveya şerê taybet de têgihiştinên derûnî saz bikin. Buroya Çapemeniyê ya HSD'ê hemû geşedanan bi awayekî rasteqîn bi raya giştî re parve dike.”   Li aliyê din Waliyê Dîlokê Davut Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku derbarê kesên di hoparlorên mizgeftê de anons kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.