Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne! 2022-08-18 09:03:41   ENQERE - Nexweşê giran ê penceşêrê Ehettîn Kaynar ku bi hewldanên malbata xwe ji girtîgehê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, 22 roj in tê dermankirin. Keça wî Sidîka Varli diyar kir ku ji ber ku nexweşiya bavê wê pir giran bûye êdî kemoterapî nayê kirin.    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş jî giran dibe. Girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, bi raporên "dikarin di girtîgehê de bimînin" ên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.   Bi taybetî piraniya girtiyan bi pençeşêrê ketine, piraniya rojên hefteyê li nexweşxaneyê ne, lê dîsa jî nayên berdan. Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku zêdetirî 2 hefte ye li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dişkapi ya Yildirim Beyazît a Enqereyê tê dermankirin jî nexweşê pençeşêrê ye. Di loba rastê ya kezebê wî de kîsta 12*16 cm heye û di encama biopsiyê de hat tespîtkirin ku hem li gor rapora patolojiyê hem jî li gorî rapora radyolojiyê nexweşê penceşêrê yê qonaxa 4’emîn e û penceşêra lê peyda bûye li organên wî yên dûrî kezebê belav bûye.   DU CARAN HATIYE GIRTIN   Kaynar ku di sala 2015'an de bi hinceta ku endamê "Komîsyona Edaletê" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê bûye hatiye girtin û di sala 2017'an de hatiye berdan. Nexweşê pençeşêrê Kaynar ê 73 salî, di Nîsana 2021'ê de ji ber cezayê muebedê lê hatibû birîn, dîsa hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê. Çendî nexweşîna tansiyona bilind, prostat, romatîzma, nexweşiya çerm, şekir û hwd. pê re heye cardin jî nayê berdan û niha ji ber pençeşêra kezebê li ber xwe dide.    Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê muebeda giran ê li Kaynar hatibû birîn xera kiribû, parêzerên wî ji bo berdana wî serî li dadgeha li Îdirê dabûn. Lê belê hê jî dadgeha herêmî serlêdana parêzeran nebersivandiye.    Kaynar ku 3 meh berê sirgûnî Girtîgeha Karabuk a Tîpa T'yê hatibû kirin, li vir nexweşîna wî giran bûye û nikaribûye rabe ser xwe. Kaynar ku nikaribûye bi telefonê jî bi malbata xwe re biaxive, rêvebiriya girtîgehê ew rakiriye nexweşxaneyê, lê belê bêyî ku bê dermankirin tenê serûmek lê hatiye xistin û cardin ew birine girtîgehê. Piştî ku malbata Kaynar serî li Serdozgeriya Karabûkê daye, di 27'ê Tîrmehê de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazît a Enqereyê hatiye kirin. Dema ew rakirine nexweşxaneyê ewilî di qawîşa girtiyan de maye û paşê ew birine Beşa Gastroenterolojiyê. Niha di bin çavdêriya 5 gardiyanan de tê dermankirin.   PIŞTÎ JI NEXWEŞXANEYÊ DERKEVE DÊ CARDIN WÎ BIBIN GIRTÎGEHÊ   Kaynar ê ku bi hefteyan li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de ye, tenê bi destûra dozgeriyê dikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Keça wî Sidîka Varli (41) ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Varli diyar kir ku gava bavê wê Jİ nexweşxaneyê derkeve wê neyê berdan dê wî bişînin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê.    Varliyê ku xwest bavê wî ji ber nexweşiyên xwe yên giran bên dermankirin û tavilê bê berdan diyar kir ku dema raporên nexweşxane û girtîgehê hatiye dirêjkirin. Varli got: "Bavê min di dawiya sala 2021'ê de tim û tim gazin dikir digot, 'ez nerıhet im.' Dema ku hevalên wî yên qawîşê telefon kirin, haya me ji nexweşiya wî çêbû. Hevalên wî yê qawîşê gotin, 'Rewşa bavê we gelekî xerab e, eger hûn di 2-3 rojan de bavê xwe xilas nekin wê bimire.'Me serî li dozgeriyê û Wezareta Dadê da. Em ne ji girtîgehê, ji nexweşxaneyê hîn bûn ku rewşa bavê min xerab bûye û ew rakirine nexweşxaneyê." Varli bilêv kir ku ji bo nexweşiyên din jî bavê wê li girtîgehê nehatiye dermankirin û got: “Ji ber nexweşiya şekir pêyê wî birîn bûbû. Dema ku ew li Edîrneyê bû, bi derziyê bi tiliya xwe lîstiye û ew jê kiriye. Piştî ku tiliya wî sax bû, pê hesiya ku nîvê tiliyê tune ye. Gava li Edîrneyê bûn em çûn serdana wî. Ji me re got, 'lingê min pir xerab e, ez bandê dixwazim',  lê band nedane wî. Bi maskeyê tiliya xwe pêçabû.”   ‘KEMOPOTERAPÎ NAYÊ KIRIN'   Varli diyar kir ku dermankirina di van şert û mercan de nexweşiya bavê wê girantir dike û wan gelek caran serî li dozgeriyê daye. Varli di berdewama axaftina xwe de got: “Bavê min nikarîbû daxwaznameyekê jî binivîse, me dinivîsand. Rêveberiya girtîgehê her tim digot 'em pê re eleqedar dibin.' Dermanên ku bavê min dixwest nedidan wî. Bavê min nayê dermankirin. Tenê dermanên êşbiriyê didin bavê min, wekî din tu dermanan nadinê. Ji ber ku qonaxa penceşêrê pêşve çûye, kemoterapî jî ne pêkan e. Bavê min 10-15 roj in li nexweşxaneyê ye. Nexweşî ji kezebê dest pê kiriye. Bijîşk got, nexweşî gihaştiye pişikê jî. Bavê min derman nekirin û wî di wî halî de hiştin."   LI ODEYA NEXWEŞXANEYÊ 5 GARDIYAN   Varli destnîşan kir ku gelek nexweşiyên bavê wê hene û destûr nayê dayîn ku li nexweşxaneyê bi bavê xwe re hevdîtinê bike. Varli wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ji Stenbolê hatim Enqereyê ku bavê xwe bibînim. Li nexweşxaneyê, ez jî di nav de nehiştin xwişk û birayên min bi bavê min re hevdîtinê bikin. Ji bo birayê min tenê kaxeza refeqatê çêkirin û ew li cem bavê min ma. Dema em li nexweşxaneyê bûn, me di derî re li bavê xwe dinêrî. Gardiyan dihat dıgot 'hevdîtin qedexe ye' û derî digirt. Dema em ne li wir bûn, 2 gardiyan li wir bûn. Lê gava em çûn wir 5 gardiyan danîn wir. Em li ber nexweşîna wî bikin, li ber girtina wî an li ber van kirinan? Em dixwazin bavê min demildest bê berdan.”