Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn 2022-08-18 09:04:16 ÎZMÎR - Ji ber îşkence û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê ji malbata xwe re ragihandiye, li girtî Halîl Kasal cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Dayik Beyaz Çelîk got: "Ma gere kurê min li wir bimirana û ez biçûma min cenazeyê wî bianiyana?"    Halîl Kasal ê di Girtîgeha Îzmîrê ya Hejmar 1 a Tîpa F'yê de, di 6'ê Nîsana 2022'yan de gava di Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5'an a Tîpa L'yê de dihat ragirtin, îşkence û tahdeya 60 gardiyanan ji malbata xwe re ragihandibû. Ji ber vê cezayê dîsîplînê li Kasal hatiye birîn. Kasal di 14’ê Tebaxê de telefonî malbata xwe kiriye û gotiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.    RAGIHANDINA ÎŞKENCEYÊ SÛC E!   Kasal ev tişt ragihandine: "Ji ber ku min îşkenceya li Sîlîvriyê ragihan cezayê dîsîplînê li min birîn. Niha ez ê çi bikim? Evana di nava dewletê de dewlet ava kirin. Li gor dilê xwe bûne desthilatdar. Hem lêdanê dikin hem dişkînin hem jî derheqê kesên gilî dikin jî li gor dilê xwe zabitnameyan çêdikin. Di îfadeyên min ên der barê Sîlîvriyê de yên li dadgeriya înfazê, ne yên min in. Lö weki mın gotıbın nıvisandıne. Ez ö çawa dikarim îtîraz bikim? Ez nikarim îtîrazê jî bikim."   'MIN XWEST KURÊ XWE XELAS BIKIM'   Dayik Beyaz Çelîk ji têkildarî cezayê dîsîplînê yê li kurê wê hatiye birîn anî ziman ku kurê wê îşkenceya li wî hatiye kirin ji wê re gotiye û wê jî dengê kurê xwe tomar kiriye û parve kiriye. Dayika Çelîk diyar kir ku tu eleqeya wê bi parvekirina qeyda deng a kurê xwe re nîne û wiha got: “Min qeydên deng ên kurê xwe weşandin. Min xwest kurê xwe xelas bikim. Ji ber vê jî cezayê hucreya û telefonê li kurê min hat birîn. Ez nikarim xwe bigihînim kurê xwe, roja sêşemê roja hevdîtinê bû. Ez çûm, lê bi hinceta ku cezayê dîsîplînê heye nehiştin ez wî bibînim."    'DAWÎ LI ÎŞKENCEYÊ BÎNIN'   Dayika Çelîk anî ziman ku kurê wê ji ber ku derdê xwe jê re gotiye hatiye cezakirin. Çelîk bang li raya giştî kir ku divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û got: “Ma gere kurê min li wir bimirana û ez biçûma min cenazeyê wî bianiyana? Beleheq cezayê dîsîplînê li kurê min birîne. Ez dixwazim ev neheqî û îşkence bi dawî bibe."   ÇI QEWIMÎBÛ?   Di 6'ê Nîsana 2022'yan de belav bûbû ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya Hejmar 5 a Tîpa L'yê 6 girtiyên rastî îşkenceyê hatine dermna xwarine û hewla dane xwe bikujin û ji van girtiyan yek miriye û yek jî di beşa lênihêrîna zêde de ye. Piştî vê hiqûqnas û rêxistinên mafan tevgeriya bûn û xwestibûn ev bûyer bê zelalkirin. Çendî rêvebiriya girtîgehê ev îdîa red kiribûn jî, lê derketibû holê ku yê jiyana xwe ji dest daye Ferhan Yilmaz e û wêneyên wî yên li nexweşxaneyê bi rêya çapemeniyê hatibûn belavkirin.    Ji van girtiyan Halîl Kasal jî bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û ragihandibû ku îşkence li wan hatiye kirin û gardiyanan ew ber bi xwe kuştinê ve birine. Malbata wî jî qeyda dengê wî belav kiribû.   Olayların duyulmasıyla birlikte işkenceye maruz kalan 10 tutuklu çeşitli cezaevlerine sürgün edildi.    Bi bihîstina vê bûyerê re 10 girtiyên ku rastî îşkenceyê hatibûn sirgûnî girtîgehên cuda hatibûn kirin.   MA / Delal Akyuz